Salvegera Şoreşa Rojava li Gottîngenê hat pîrozkirin

10. salvegera Şoreşa Rojava li bajarê Gottîngen ê Elmanyayê bi çalakiyekê hat pîrozkirin.

Li bajarê Ganselîesel Gottîngenê saet 13:00’an gelek çalakvan hatin cem hev û 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin.

Gelek kesên tevlî çalakiyê bûn li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji hêzên navneteweyî xwestin ku qada hewayî li wan êrîşan re bigirin.

Di çalakiya ku nêzî 2 saetan dewam kir de gelek belavok hatin belavkirin û li ser Şoreşa Rojava axaftin hatin kirin.

Çalakî piştre bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.