Salvegera 10'emîn a Şoreşa Rojava hate pîrozkirin

Salvegera 10'emîn a Şoreşa Rojava li bajarê Berlîn û Hannoverê yê Elmanyayê hate pîrozkirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava bi şiara “Bijî Şoreşa Rojava’’ bi mîhrîcanekê hat pîrozkirin. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi dîmen beşdarî pîrozbahiyê bû û beşdarvan  silav kir. Hunermend Xelîl Xemgîn, Hozan Dîno û Bilind Birahîm tev li bernameya mîhrîcanê bûn.

JI BER ASTENGIYA POLÎSAN BERNAME DERENG DEST PÊ KIR

Pîrozbahî wê saet di 13.00’î de dest pê bikira lê ji ber ku polîsên Elman alên YPG û YPJ’ê qedexe kirin, dereng dest pê kir. Komîteya amadekar, diyar kir ku wê bi yasayî helwesta kêfî û qedexekar a polîsan gilî bike.

Bibîranîna bi girtina rêzê ji bo şehîdên Şoreşa Rojava dest pê kir. Serokê Partiya Nûjen Firas Qesas ê Rojavayî got: “Kurd û Ereb li Rojava bi hev re di nava aştiyê de dijîn. Dijminê herî mezin ên şoreşê dewleta Tirk û Erdogan in. Kî bi bi Komara Tirkiyeyê re bibe yek ew ne azadîxwaz e, ne demokrat e; çete ye.“

ERDOGAN BI DESTÊ NATOYÊ ÊRÎŞÊ KURDAN DIKE

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê yê berê Lezgîn Botan anî ziman ku PDK xiyanetê li Kurdan dike û piştgiriya dewleta Tirk a dagirker dike û got: “YPG û YPJ’ê Ewropa ji DAIŞ’ê xelas kir lê îro bi piştgiriya NATO’yê dewleta Tirk û Erdogan êrîşê Rojava dikin.“

‘GELÊ ME YÊ LI EWROPAYÊ BILA BI ZAROKÊN XWE RE BE’

Fermandarê Giştî yê QSD’ê bi dîmen tev li pîrozbahiyê bû û got: “Wê hemû hêzên Sûriyeyê bi hev re li ber êrîşên dewleta Tirk rabin. Bila gelê me yê li Ewropayê bi zarokên xwe re be.“

Endama Parlamentoya Federal a Die Linkeyê Paskal Meiser, rexne li peymana Swêd û Fînlandiyayê ya bi dewleta Tirk re kir û got: “Ez radestkirina penaberên Kurd bi tundî şermezar dikim. Ev yek ji bo Swêd û Ewropayê şermek giran e. Ên li dijî şerê Ûkraynayê ne çima dengê xwe ji dagirkirina Rojava re nakin.“ 

HANNOVER

Salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava li Hannoverê jî bi coş hat pîroz kirin. Ji partiya Die Linkeyê Parwaneh Bokah di pîrozbahiyê de axivî û got: “Şoreşa Rojava şoreşa sedsalê ji me re kir mîrate, dem dema derketina xwedî li şoreşê bi hev re ye.“

Meclîsa Gel a Hannoverê, Women Defend Rojava, PYD’a Hannoverê, YPJ’a enternasyonal, Antifa Tique Hannover û Seebrucke tev li pîrozbahiyê bûn. Bi Elmanî, Tirkî, Kurdî û Îngilizî belavok hatin belavkirin.

Pîrozbahî bi stran, dîlan û tilîliyan heta bi êvarê dewam kir.