Rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Ayaz li Lefkoşê hate dîtin

Yekemîn rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz li Dadgeha Bilind li Lefkoşyayê hat dîtin.

Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ê di 15'ê Adarê de dema dixwest ji balafirgeha Larnakayê  biçe serdana malbata xwe ya li Swêdê re hevdîtinê bike, ji ber biryara girtinê û daxwaza radestkirina dewleta Elman ji aliyê polîsên Qibrisê ve hate destgîrkirin.

Dadgeha Larnakayê di rûniştina 19'ê Nîsanê de biryar da Ayaz teslîmî Elmanyayê were kirin û rêya îtîraza li Dadgeha Bilind vekirî hişt.

Ayaz û parêzerê xwe Efstatihiou Elstation beşdarî rûniştina li Lefkoşayê bûn.

Kurdistanî û dostên wan li ber salona dadgehê li hev civiyan û ji bo Ayaz çalakiya dilsoziyê lidar xistin.

Dadgehê rûniştin taloqî 9’ê Gulanê kir. Her wiha heyeta dadgehê diyar kir ku, ew ê biryara xwe ya dawî di 16’ê Gulanê de bidin.

Li ber deriyê dadgehê çalakgiran dema siyasetmedar Ayaz dibirin girtîgehê bi berzkirina dirûşmeyên "Ji Kurdistanê re azadî", "Ji Rêber Ocalan re azadî" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" silav kir.

Komên anarşîst ji bo şermezarkirina biryara radestkirina siyasetmedar Ayaz, li xaçerêya herî qelebalix a li ketina Lefkoşyayê çalakiyek lidar xistin.