Rojnamevanê DYE’yî Mîchael Rûbîn, ji bo rojnameya The Washîngton Examîner a ku rojane tê weşandin, nivîsek bi ser “Recep Tayyîp Erdogan û Mesûd Barzanî deyndarê tezmînetê yê Êzidiyan in” nivîsî. Rubin bi bîr xist ku 8 sal di ser komkujiya DAÎŞ’ê ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê pêk anî borîne û got: “Ji bo civakên Êzidî yên li Şengalê trawma dewam dike. Jin û zarokên keç ên Êzidî, ne li Tirkiyeyê jî bin hîn li herêmên Sûriyeyê ji aliyê wekilên Tirkiyeyê ve dîl tên girtin.”
Rubin destnîşan kir ku trajediya li herêman çêdibe, mirov dikare pêşî lê bigire û wiha pê de çû: “Dewleta Îslamê ne pêkhateyeke xwecihî bû. Eger çavkanî, ekîpman, bankavanî û ji bo kesên nû tev lê bûne derbasbûna bi serbestî nebûya, tiştek bi navê Dewleta Îslamê nedibû. Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîb Erdogan, ji ber sedemên bîrdozî, bi Dewleta Îslamê re lîstikeke dualî lîst lê aliyê ku ji bilindbûna Dewleta Îslamê xêr dît ne bi tenê ew bû. Di sala 2014’an de Nûrî el Malîkî hîn Serokwezîrê Iraqê bû. Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê Mesûd Barzanî, xwest ku Malîkî lewaz bixe û beriya rêxistin Mûsilê bi dest bixe, bi baweriya bi serhildanê wê Bexda lewaz bibe, bi awayek ê bêdeng çek li ber Dewleta Îslamê û komên Îslamî yên Sûnî hejand. Ev, bi bêexlaqî bû, bi keyf bû û bû sedem ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin.
Kurê Barzanî Mesrûr jî rasterast berpirsyar e. Ji kêrhatîbûnê zêdetir qurnazî, bû sedem ku Barzaniyê kal Mesrûr bîne ser îstixbarata Kurd. Mesrûr, piştre li şûna ku berê çavkaniyên xwe bide nav gefên ji derve, da ser çewisandina civaka sivîl. Dewleta Îslamê şaş xwend. Êzidiyan wisa nekir. Beriya Dewleta Îslamê êrîşê xaka wan bike ji Barzanî xwest ku xaka wan bi hêz bike. Wî, ev red kir. Piştre ji bo xaka xwe biparêze çek xwestin. Barzanî, dîsa red kir. Dema Dewleta Îslamê dest bi bi pêş ve çûna ber bi bajarok û gundan ve kir, Barzanî, hêzên xwe yên Pêşmerge bi paş ve kişand û Êzidiyên bêçek terkê çarenûsa wan kir.
Tenê Kurdên ku Êzidî parastin, girêdayê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bûn ku ji bo bi hezaran Êzidiyan tahliye bikin korîdor vekirin. Barzanî û kurê xwe heta îro jî weşandina manîfestoya firînê ya qada hewayî ya Hewlêrê ku dema Kurdan pêwistî pê dît birevin û wan derbixe, red kir.“
Rubin destnîşan kir ku di roja me de Barzanî li mexdûrkirina Êzidiyan dewam dike û wiha got: “Alîkariyên xwe yên ji nû ve, li ser hesabên xwe yên banka û karên xwe zêde dikin. Hêzên Mesrûr, Êzidiyan li kampan digirin û destûr nadin ku vegerin li axa ku Barzaniyan hêvî dikir bidizin. Hinek direvin û divegerin. Barzanî, ji bo bombebarankirina bajarok û gundên Êzidiyan ji nû ve ava kir, bi Tirkeyeyê re hevkariyê dike û hewil dide vê pirsgirêkê çareser bike.
Cîhan, êşên ku Êzidî dikêşin ji nedîtî ve tê. Dema ku Êzidî li kampên xwe yên penaberiyê êşê dikêşin, Barzanî li Los Angeles, McLean, Parîs, London û Dûbaiyê milkên bi deh milyon dolaran dikire û qesrek a ku 30 qat ji Qesra Spî ya Erdogan mezintir ava dike.
Dem hatiye ku ji Erdogan û Barzanî tezmînetê bidin Êzidiyan. Qirkirina Êzidiyan di valahiyê de pêk nehat. Dem hatiye ku em dev ji îdiaya xwe berdin ku serokên Tirk û Kurdên Iraqê ji bilî hevkarên dilxwaz ne tiştekî din in.”