Roja 5'an a Meşa Dirêj: Êrîşên bi çekên kîmyewî hatin şermezarkirin

Di roja 5'an a Meşa Dirêj de, êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî hatin şermezarkirin.

Meşa Dirêj a li Elmanyayê ku bi pêşengiya ciwanên Kurd û enternasyonalîst bi dirûşma "Ji bo azadiya Rêber Apo werin cenga azadiyê" tê lidarxistin, di roja pêncemîn de ye. Çalak wê îro ji Leverkûsenê heta Kolnê bi 20 kîlometreyî bimeşin.

Beriya destpêkirina meşê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û nukleer ên taktîkî yên li dijî gerîla hatin şermezarkirin.

Ciwanan kincên spî li xwe kirin û weke nîşaneya çekên kîmyewî dûyê zer bi ser qadê ve kirin û çalakiya şermezarkirinê lidar xistin. Çalakiya ku nîşaneyên gerîla jî lê hatin bikaranîn, piştre bi meşa ciwanan dewam kir.

'DAWÎ LI HILBERÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ BÎNIN!'

Di çalakiyê de bi zimanê Elmanî daxuyaniyek hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke ciwanên Kurd, Katalan, Îtalyan, Elman û Fransî ku niha li ber avahiya navendî ya şîrketa derman û kîmyewî ya Bayernê, em ji Bayernê dixwazin ku madeyên kîmyewî yên ji bo herêmên şer çêneke. Bayern, tevî hilberînerê madeyên kîmyewî BASF a ku navenda wê li Lûdwîgshafenê ye, ji bo despotên li tevahiya cîhanê çekên kîmyewî hildiberîne. Madeyên kîmyewî Yên sala 1988'an li Helebceyê bi hezaran Kurd qetil kir, li van febrîqeyan hatibûn hilberandin.

Di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de ku îro 5 meh li pey xwe hiştiye, bi giştî 1762 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Tevî ku gelek caran hatiye ispatkirin ku li Başûrê Kurdistanê çekên kîmeywî hatiye bikaranîn, saziyên navneteweyî ne dest bi lêkolînê ne jî lêpirsînê kirin. Xemsariya ku doh ji bo Helebceyê hate nîşandan, îro careke din li hemberî gelê Kurd tê nîşandan."

Di daxuaniyê de hate ragihandin ku ji bo paşeroja xwe bi destê xwe biafirînin divê ew yekîtiya xwe çêbikin, bi wijdan tevbigerin û got, "Jİ ber vê yekê li pêşberî Kurdistanê bêdeng nemînin, dawî li komkujiyên li Rojhilata Navîn û cîhanê bînin. Bijî berxwedana gerîla ya li Kurdistanê, bijî biratiya gelan, bimire hevkariya faşîzma Tirk û Elman."

Ciwanên ku îro li Chempark a Leverkûsenê dest bi meşa xwe ya roja 5'an kirin, wê êvarê li Wîener Platz a Kolnê rawestin.

Li Kolnê wê danê êvarê jin ên ciwan çalakiyan lidar bixin.