Rêzan Cawîd li Londonê hate bibîranîn
Yek ji fermandarên PJAK’ê Rêzan Cawid ê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li Qamişloyê de şehîd bû, li Londonê bi merasîmek a girseyî hat bibîranîn.
Yek ji fermandarên PJAK’ê Rêzan Cawid ê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li Qamişloyê de şehîd bû, li Londonê bi merasîmek a girseyî hat bibîranîn.
Komîteya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) a Îngilistanê bi boneya çilrojiya şehada Hevserokê Berê yê KODAR’ê û Endamê Rêveberiya PJAK’ê Rêzan Cawîd, li mala Mala Gel a li Londonê merasîma bîranînê lidarxist. PYD, Kongreya Star, KCDK-Başûr û Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd û gelek kes tev li bibîranînê bûn. Li cihê bîranê alên PJAK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn. Di bîranînê de find hatin vêxistin û ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin.
Ewilî li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Rêzan Cawîd sînevziyon hate temaşekirin. Piştre li ser navê PJAK‘ê Eyub Ciwanroj, Heval Şivan li ser navê KCDK-E Başûr’ê, li ser navê PYD’ê Ahmed Şemo, li ser navê Platforma Hewram Zerdeşt Hewramî û li ser navê Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal, yek bi yek axivîn.
Axaftvanan bal kişand li ser pêşengên şoreşa Rojhilatê Kurdistanê Rêzan Cawid xwe fedayê azadiya gelê Kurd kiriye û wiha hate gotin: “Hevrêyê me Rêzan Cawid, deqeyeke xwe jî belasebeb xerc nekiriye. Rêzan Cawid şehîdê her çar parçeyên Kurdistanê ye. Di mezinbûn û bipêşdeçûna PJAK’ê û şarezabûna hêzên gerîla de rolê wî giring e. Hevrê Cawid ê bi ked û fedaîtiya xwe bû fermandarekê pêşeng, li dijî modernîteya kapîtalîst bû pêşeng û mîlîtanê paradîgma azadîxwaz, demokratîk û azadîxwaziya zayendî.“
Hat diyarkirin ku wê gelê Kurd li dijî xeta hevkariya dagirkeriyê di rêya Rêzanên xeta berxwedan û azadiyê ne de bimeşe û ev tişt hatin destnîşankirin: “Mirov bi xeta xiyanetkar re nabe xwişk û bira. Xeta azadiyê ya Rêzan, Atakan û Mazlûman rêya me ronî dike. Em soz didin ku em ê girêdayî bibîranînên wan bin.“
Bibîranîn, bi çepik û diruşmên ‘’Şehîd namirin’’ û ‘’Bijî Serok Apo’’ bi dawî bû.