Rêzan Cavîd û Rênas Roj li Stockholmê hatin bîranîn
Endamê Rêveberiya KODAR'ê Rêzan Cavîd û Rênas Roj li paytexta Swêd Stockholmê bi merasîmekê hatin bîranîn. Di merasîmê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.
Endamê Rêveberiya KODAR'ê Rêzan Cavîd û Rênas Roj li paytexta Swêd Stockholmê bi merasîmekê hatin bîranîn. Di merasîmê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.
Bi pêşengiya meclîsa PJAK û KJAR’ê Rêzan Cavîd û Rênas Roj li paytexta Swêd Stockholmê bi merasîmekê hatin bîranîn. Her wiha têkoşer û fermandarên weke Bêrîvan Zîlan û Sosin Bîrhat jî hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Bi sedan Kurdistaniyên ji her çar aliyên Kurdistanê tevlî merasîmê bûn.
Salona merasîmê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşer û şoreşgerên Kurd Cavîd û Renas Roj hatibû xemilandin. Beşdaran di merasîmê de bênavber dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bimire xiyanet” berz kirin. Di merasîmê de sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna herdu fermandaran hate nîşandan.
Piştî sînevîzyonê di merasîmê de ev peyam hate dayîn: “Îro pêşengên Kurd ku li beşên cuda ên Kurdistanê fermandartî dike, ji ber têkoşîna xwe dibe armanca êrîşên dijmin. Lê, gel di nava xwe de yekîtiyeke neteweyî ava kiriye. Ev yek ji bo gelê Kurd pir girînge."
Her wiha di bîranînê de peyamên meclîsa PJAK û KODAR’ê hatin xwendin. Gelek partiyên siyasî, hunermend û rewşenbîr kiryarên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û soza şopandina rêya şehîdan dan.