Rêzan Cavîd û Rênas Roj li Osloyê hatin bîranîn

Endamê Rêveberiya KODAR'ê Rêzan Cavîd û Rênas Roj li paytexta Norweç Osloyê bi merasîmekê hatin bîranîn. Di merasîmê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Bi pêşengiya Komîteya PJAK û KJAR’ê, ji bo bîranîna şehîd Rêzan Cavîd û Rênas Roj li paytexta Norweç Osloyê merasîmek hat lidarxistin. Her wiha têkoşer û fermandar Bêrîvan Zîlan û Sosin Bîrhat jî hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di merasîmê de sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna her du fermandaran hate nîşandan.

Piştre Siyasetmedar Celalettîn Delîbaş jî li ser şehîdan axaftinek kir û bal kişande ser gotinên dayîka Rêzan Cavîd.

Her wiha di bîranînê de peyamên meclîsa PJAK û KODAR’ê hatin xwendin.