Protestoyên li Fransayê: Terorîst Erdogan! HATE NÛKIRIN
Kurdên li Fransayê dijîn daketin qadan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin û dirûşmeya “Terorîst Erdogan” berzkirin.
Kurdên li Fransayê dijîn daketin qadan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin û dirûşmeya “Terorîst Erdogan” berzkirin.
Kurdistaniyên li Fransayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengal, Mexmûr û bajarê Dêrikê yên Rojava şermezar kirin.
MARSÎLYA
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ber Nûnertiya Ewropayê ya li bajarê Marsîlya yê Fransayê li hev civiyan. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin hilgirtin û pankartên li ser hatibûn nivîsandin "TC li Şengalê komkujî dike", "Tiştê ku DAÎŞ nikare bike TC dike", "Ewropa rolê sê meymûnan dilîze" û "Şengal û Mexmûr ne bi tenê ne" hatin vekirin.
Di çalakiya ku dirûşmeya "Terorîst Erdogan" hat berzkirin de li ser navê DKTM'ê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de banga tevlîbûna meşa dirêj a wê 10-11-12’ê Sibatê were lidarxistin hate kirin.
TOÛLOÛSE
Êrîşên dewleta Tirk ên li bajarê Toûloûse yê Başûrê Fransayê bi mîtîngekê hate protestokirin.
Di mîtînga ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de daxuyanî hat xwendin.
Di çalakiyê de dewletên ku piştgiriyê didin dewleta Tirk jî hatin protestokirin û li ser “Dixwazin Kurdan tinebikin” bal hate kişandin.
BORDEAÛX
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî dewleta Tirk hate protestokirin.
Di çalakiya li navenda bajêr hat lidarxistin de, derbarê êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk raya giştî ya Fransayê hate agahdarkirin.
Di çalakiyê de ji bo kampanyaya ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê hatiye destpêkirin îmze hatin berhevkirin.
RENNES
Li Meydana Repûblîqûe ya bajarê Rennes ê Fransayê jî êrîşên dagirkeriyê hat protestokirin.
Di çalakiya ku têde belavok hatin belavkirin de, hat diyarkirin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku nikare têkçûna DAÎŞ'ê daqurtîne, dest bi êrîşê kiriye.
Di çalakiyê de dirûşmeya "Qatil Erdogan" hat berzkirin.
PARÎS
Li paytext Parîsê li ser banga TJK-F û CDK-F’ê bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Gare dû Nord hatin ba hev.
Girseyê pankartên li ser wan hatibû nivîsandin "Em Rojava diparêzin", "Ji bo Rojava serî hilde", "Dewleta Tirk qatil e", "Ji Rojava derkeve" û "Em berxwedana Rojava diparêzin" vekirin.
Dema ku ber bi Strasboûrg St.Denîsê ve dest bi meşê kirin, gelek caran dirûşmeyên "DAÎS-Erdogan=Erdogan-DAÎŞ" berz kirin.
Wexta ku nêzî Strasboûrg St. Denîsê bûn, polîsan pêşiya meşê girtin û xwestin meşê asteng bikin.
Lê belê bi israra girseyê gihîştin qadê. Li vir endamê Dîwana KCK-E Mûrat Ceylan daxuyanî da. Ceylan got, “Tişta ku nekarîn bi DAÎŞ’ê re bikin, dewleta Tirk û Erdogan hewl didin bi destên xwe bikin. Bomberdûmana hemwext a li dijî warên sivîlan ji aliyê artêşa Tirk a faşîst û qirker ve, piştî têkbirina çeteyên hov ên DAÎŞ’ê ya li Hesekê, êrîşeke tirsonekî e. Ev êrîşên li dijî destketiyên ku gelê Kurd bi bedelên mezin bi dest xistiye, rûyê qetlîamker ê dewleta Tirk careke din derxistiye holê. Em bang li hemû gelê xwe, dostên xwe û raya giştî ya hişiyar dikin ku li dijî faşîzmê rabin ser piyan û têkoşîna hevpar mezin bikin.”
Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Bijî berxwedana QSD’ê", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana Şengal û Mexmûrê", "Ji Kurdistanê re çareseriya siyasî" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.
Piştî çalakiyê endamê Dîvana KCK-E Murat Ceylan û Dîda Gunduz ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin.
STRASBOÛRG
Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Partîzan û aktîvîstên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan ku li ser banga TCŞ û TekoJIN’ê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hatin cem hev, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Dêrikê şermezar kirin.
Girseya gel di saet 18.30’an de li ber Gara Trenê ya Strasboûrgê li hev civiya û dirûşmeyên “Kujer Erdogan, faşîst Erdogan” berz kirin. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku dewleta Tirk hewl dide tola têkçûna DAIŞ’ê ya li Hesekê hilîne û ev tişt hate gotin:“ Ne pêkan e dewleta Tirk bêyî destûra navneteweyî vê êrîşê pêk bîne. Gelê Kurd û dostên wan ên şoreşger wê heta dawiyê destkeftiyên gelê Kurd biparêzin.“
MONTPELLIER
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker di şeva 1’ê Sibatê de li dijî Mexmûr, Şengal û Rojava da destpêkirin, li meydana Comedie ya bajarê Montpellîerê hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê wê li qadan dewam bike.