Wîderstand Komîte li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye xwest salvegera 10’emîn Şoreşa Rojava bi meşekê pîroz bike.
Ciwanên enternasyonalîst saet di 19.30’an de li îstasyona Hûmboldthaînê kom bûn û Şoreşa Rojava silav kirin.
Piştî daxuyaniyan hate diyarkirin Şoreşa Rojava ji bo gelên Rojhilata Navîn û dinyayê bûye hêvî û alternatîfê pergala kapîtalîst e.
Di çalakiyê de êrîşa dagirker a ku bloka faşîst AKP û MHP’ê li ser Rojava jî hate protestokirin û hate diyarkirin wê li hemberî gefên dagirkeriyê jî bêdeng nemînin.
Di dema meşê de faşîstan û polîsan provokasyon kirin. Polîsan bi unîformayên Elman faşîzma Tirk parastin û dema ku ciwanekî nerazîbûn nîşanî vî tiştî da jî êşkence lê hate kirin.
Ciwanan bi dema meşê de slogan berzkirin û meş li Nethenberkplatzê bi dawî bû.