Polîsên Elman di têketina Kolnê de ji Meşa Dirêj re bûn asteng
Meşa Dirêj a Elmanyayê ku bi pêşengiya ciwanên Kurd û enternasyonalîst tê lidarxistin, berdewam dike. Polîsên Elman di têketina Kolnê de ji Meşa Dirêj re bûn asteng.
Meşa Dirêj a Elmanyayê ku bi pêşengiya ciwanên Kurd û enternasyonalîst tê lidarxistin, berdewam dike. Polîsên Elman di têketina Kolnê de ji Meşa Dirêj re bûn asteng.
Meşa Dirêj a li Elmanyayê ku bi pêşengiya ciwanên Kurd û enternasyonalîst bi dirûşma "Ji bo azadiya Rêber Apo werin cenga azadiyê" tê lidarxistin, di roja pêncemîn de ye. Di têketina Kolnê de polîsan meş asteng kir.
Serê sibehê piştî xwepêşandana ji bo protestokirina bikaranîna çekên kîmyêwî û nukleerî ya taktîk a dewleta Tirk dest bi meşê hat kirin.
Meş ku bi asayî berdewam bû; piştî bêhndana ji bo xwarinê li Parka Lîs-Bohleyê polîsên Elman çend çalakvan destgîr kirin. Di nav ciwanên xwestin ên destgîrkirî bên berdan û polîsan de xirecir çêbû.
Ciwan, bi hinceta nihêrtina li nasnameyan ji aliyê polîsên Elman ve hatin rawestandin.