'PKK bi rengekî şaş ji raya giştî ya Ewropayê re hatiye vegotin'

Mamoste û hunermend Simon Hotz diyar kir ku PKK bi rengekî şaş ji raya giştî ya Ewropayê re hatiye vegotin û got, "Yên ku morha 'terorê' li PKK'ê xistine, hewldane rastiya PKK'ê ya ku tevgereke demokratîk, femînîst û antî kapîtalîst e, binixumînin."

Kampanya îmzeyan a ji bo derxistina PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' li Swîsreyê dewam dike.

Yek ji beşdarên kampanyayê hunermend û mamosteyê dibistana seretayî Simon Hotz e.

Simon Hotz ku bi rengekî çalak tevlî karên GsoA (Rêxistina Swîsreyê ya bêartêş) dibe, destnîşan kir, nayê qebûlkirin ku welatên Ewropayê ji bo berjewendiyên xwe gotinên xweş ji bo Serokkomarê Tirk dîktator Recep Tayyîp Erdogan re bêjin û PKK a ku rêxistineke demokratîk, femînîst û antî kapîtalîst e bi 'rêxistiniya terorê' bê tewambarkirin.

Hotz anî ziman ku wî di zarokatiyê de siyaset nas kir û ji hingî ve bi Kurdan re ye û got, "Min têkoşîn û siyaseta Kurdan nêzî xwe dît. Jinedîtî hatina zilm û zexta dewleta Tirk a li gelê Kurd tê kirin, ji bo min nayê qebûlkirin. Dewletên Ewropayê ji ber peymanên bazirganiyê yên bi dewleta Tirk re kirine, kiryarên rejîma dîktatoriyê ji nedîtî ve tên."

'DIVÊ REJÎMA DÎKTATORIYÊ BÊ TEŞHÎRKIRIN'

Hotz destnîşan kir ku di asta têkiliyên navneteweyî de divê rejîma dîktatoriyê ya rêveberiya Erdogan bê teşhîrkirin û got, "Eşkere ye ku berevajî îdîayên li nava raya giştî ya Ewropayê hatine belavkirin, li Tirkiyeyê rejîmeke demokratîk nîne û PKK jî rêxistineke terorê nîne. Bi teşhîrkirina rejîma dîktatoriyê û agahdarkirina rast a raya giştî re wê eşkere bibe ku PKK tevgereke gel e."