Peymana Lozanê li cihê îmze bûye tê protestokirin
Peymana Lozanê ya ku Kurdistan pê bû çar parçe, di salvegera 100’emîn de li ber avahiya hatiye îmzekirin, hat protestokirin.
Peymana Lozanê ya ku Kurdistan pê bû çar parçe, di salvegera 100’emîn de li ber avahiya hatiye îmzekirin, hat protestokirin.
Peymana Lozanê ya Kurdistan pê bû çar perçe, di salvegera xwe ya 100’emîn de, li gelek welatan bi meş û mîtîngan tê protestokirin. Kurdistanî û dostên xwe tev li meş û mîtîngên bi şiara ‘’Di sala 100’emîn a Lozanê de parastina Şoreşa Rojava bike’’ tên lidarxistin dibin.
Kurdistanî û dostên wan, li ber avahiya Palais de Rumine ya li bajarê Lozanê yê Swîsreyê ku Peymana Lozanê lê hat îmzekirin, hatin ba hev û ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê rêz girtin.
Piştî gotina helbesta Endama Komîteya Birêvebir Şehîd Kasim Engîn a li ser gerîla û Kurdistanê nivîsiye hat xwendin, daxuyanî hatin dayîn.
Li ser navê komîteya amadekirinê Hatîce Kandal, Serokê Koma Partiya Keskan a Şaredariya Lozanê Illias Panchard, Nûnerê PJAK’ê yê Ewropayê Abdollah Mostafa Soltani, Nûnerê PYD’ê Abbas Omar, alîkarê Serokê Kantonê yê Partiya Karkeran Luce Schalbatter, Nûnerê Tevgera Goranê yê Ewropayê Mîran Salih, Nûnera Partiya Sosyalîst Derya Çelîk û Nûnerê Partiya Karkeran a Lozanê Îdrîs Samîm di çalakiyê de yek bi yek axivîn.
Piştî axavtinan xelk, ber bi avahiya Càteau d'Ouchy ya li Ouchyê ku peyman lê hatiye îmzekirin dest bi meşê kir.
Ligel şert û mercên hewaya germ jî meş bi dirûşmeyan berdewam dike.
Tê payîn ku çalakî bi mîtîngê bi dawî bibe.