Pêşangeha 'Sînor, Peymana Lozanê, 1923-2023'

Şaredarê Lozanê Grégoire Junod li vekirina pêşangehê axivî û got, "Ev peymana ku li Lozanê pêk hat û navê 'peymana aştiyê' lê hate kirin, mixabin piştî 100 salî jî nekariye aştiyê pêk bîne."

Şaredariya Lozanê û Muzeya Dîrokî ya Lozanê ji ber salvegera 100'emîn a Peymana Lozanê ku Kurdistan pê kirin çar parçe û qirkirin li gelên qedîm ên vê cografyayê hate ferzkirin, Pêşangeheke ji hunerê vekirin.

Pêşangeha bi navê 'Sînor, Peymana Lozanê, 1923-2023' li Muzeya Dîrokê ya Lozanê hate vekirin. Şaredarê Lozanê Grégoire Junod, nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, bi navê Komîteya Lozan 2023 Sevgî Koyûncû, nûnerên gelek partiyên siyasî yên Swîsreyî û bi dehan hunermend, nivîskar û siyasetmedarên Tirkiyeyî û Kurdistanî tevlî bûn.

Dîrektorê Muzeya Dîrokî ya Lozanê Laurent Golay têkildarî pêşangehê daxuyaniyek da û got, "Bi vê pêşangehê, nuqte û cihên konferansa ku beriya Peymana Lozanê nêzî neh mehan dewam kir, bi bîr dixîne. Saziyên dîrokî yên Lozanê mîna Qesra Beau-Rivage yan jî bi navê xwe yê niha Clinique Cecil, li paytexta Kantona Vaudê malovaniyê ji bûyerên wê salê re kirin. Armanc ji vê projeyê ew e ku têkilî, di navbera deman de bê danîn û bi hunereke hemdemî bê nîşandan."

Piştre Şaredarê Lozanê Grégoire Junod silav da beşdaran û bi bîr xist ku piştî peymanê nexşeya herêmê jinûve hate xêzkirin. Junod got, "Peymana Lozanê ya ku di 24'ê Tîrmeha 1923'an de hate îmzekirin, yekane peyman e ku di nava peymanên piştî şer de hatiye mohrkirin bandora xwe hîn jî dewam dike."

Junod got, "Ev pêşangeh pêşangeheke bîranînê ye. Ev peymana ku li Lozanê pêk hat û navê 'peymana aştiyê' lê hate kirin, mixabin piştî 100 salî jî nekariye aştiyê pêk bîne."

Junod anî ziman ku vê peymanê êşên gelekî giran bi Kurdan, Ermenan, Rûman û gelan da kişandin, lewma jî pêşangeha wan ji bo bîranînê ye.

Di pêvajoya pêşangehê de komên cuda yên gelan ên li Lozanê, Kurd, Ermen, Rûm û Tirk wê li ser bandora Peymana Lozanê çalakiyan lidar bixin.

Pêşangeh wê heta 8'ê Cotmehê li Muzeya Dîrokî ya Lozanê dewam bike.