Pêngava 15'ê Tebaxê li Rûsyayê hate pîrozkirin
Kurdên li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê, ji bo salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê şahiyek lidar xistin.
Kurdên li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê, ji bo salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê şahiyek lidar xistin.
Pîrozbahî li navçeya Novoaleksandrovskê ya herêma Stravrapolê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir.
Hevserokê Otonomiya Kurd a Stavrapolê Huseyîn Ahmedov û Nûnerê Rûsyayê yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Reşad Bênav di dema pîrozbahiyê de axivîn.
Qisekeran pêşengê Pêngava 15'ê Tebaxê fermandarê gerîla Egîd (Mahsûm Korkmaz) bi bîr anîn û bal kişandin ser encamên girîng ên vê pêngavê ji bo Kurdan.
Alîkara serokê navçeya Novoaleksandrovskê Ludmila Nikolayevna Gorovenka jî li pîrozbahiyê axivî û 'cejna vejînê' ya Kurdan pîroz kir.
Hunermenda Rûs Yliya Beloûsova jî derkete ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir. Her wiha koma govendê 'Kulîlkên Rojê' derkete ser dikê. Li ber stranên Hesen Mamedov û Mihemed Rustemov beşdarên pîrozbahiyê govend gerandin.