Partî û sendîkayên Efrîqaya Başûr ji bo Rojava sibe li qadanin
Gelek partî û sendîkayên Efrîqaya Başûr li dijî dagirkeriya Tirk a li Rojava amadekariyên li pêşiya Sefaretxaneyên DYE û Tirk çalakiyan bike, dikin.
Gelek partî û sendîkayên Efrîqaya Başûr li dijî dagirkeriya Tirk a li Rojava amadekariyên li pêşiya Sefaretxaneyên DYE û Tirk çalakiyan bike, dikin.
Gelek partî û sendîkayên ku sibe çalakî lidar bixin, banga tevlîbûnê li çalakiyên li pêşiya Sefaretxaneya Tirk û DYE yên li paytext Pretorîa bê lidarxistin kirin. Di banga çalakiyê de hate gotin ku nerazîbûna xwe nîşanî êrîşên dagirker ên Tirk a li Rojava bidin û pêşiya tinekirina etnîkî ya Kurdan bigirin.
Partî û sendîkayên banga çalakiyê kirin ev in: “Partiya Komunîst a Efrîqaya Başûr (SACP), Fererasyona Sendîkayên Efrîqaya Başûr (COSTATU),Sendîkaya Perwerdehî û Kedkarên Tenduristiyê (NEHAWU), Yekîtiya Xwendekarên Efrîqaya Başûr (COSAS), Yekîtiya Komunarên Ciwan (YCLAS), Rêxistina Piştevaniya bi Gelên Filistînê re (BDS), Koma Çalakiyên MAfê Mirovan a Kurd (KHRAG).
Heman demê çalakiya protestoyî ambargoya Emerîka ya li ser Kubayê wê piştî çalakiya li pêşiya Sefaretxaneya DYE li pêşiya Sefaretxaneya Tirk jî bikin.
Navnîşana çalakiyan wiha ye:
Li pêşiya Sefaretxaneya DYE
Dîrok: 7’ê Mijdar
Saet: saet 10:30
Cih: 887 Pretorîûs Street, Arcadîa Pretorîa
Sefaretxaneya Tirkiye
Dîrok 7’’ê Mijdar
Saet: 12:30
Cih:. 573 fehrsen Street, Nîeûw Mûckleneûk, Pretorîa