PARTÎZAN’ê li Strasboûrgê şehîdên şoreşê bibîr anî

Di 'Bibîranîna Şehîdên Şoreşê' ya li Strasboûrgê de, biryardariya têkoşîna mil bi mil a di bin banê HDBH'ê de ya ji bo berfirehkirina têkoşîna li dijî faşîzmê û weke pêwîstiya dilsozî û soza ji şehîdan re hate destnîşankirin.

PARTÎZAN ku hefteya dawî ya meha Çile weke "Bîranîna Şehîdên Partî û Şoreşê" diyar kiriye, li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên bîranînê li dar dixe.

Yek ji bîranînan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hate lidarxistin.

Piştî ku beşdar ji bo bîranîna şehîdên şoreşê ji bo deqeyeke rêzgirtinê hatin vexwendin, li ser navê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HDBH) Baran Yakût mafê axaftinê girt.

Baran Yakût bal kişande ser girîngiya têkoşîna hevpar a li hemberî êrîşên faşîzmê û wiha got:

“Îro hêzên navneteweyî û dewleta Tirk a faşîst û mêtinger ji bo qirkirina gelan careke din bazariyên bi xwîn dikin. Weke şopdarên mîras û rêgezên ku şehîdên me yên şoreşger ji me re hiştine, tevgerên me yên şoreşgerî bi dîtina pêvajoya ku bi Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê re pêş ket, destnîşan kirin ku ji bo bersivdayîna pêvajoyê, şikandina êrîşên dagirkeriya faşîst û avakirina pêşeroja gelên me pêwîstî bi yekkirina hêzan û tevgerîna bi hev re ya hêzên bersivdayîna pêvajoyê heye. HBDH ku bi vê pêşdîtin û îradeya xwe ava bû, bê guman pêdiviya pêvajoyê bû û gavek ji bo bersivdayîna jiyanê bû.

Îro em ji tiştên diqewimin baştir dibînin ku ev biryar û meyla çiqas rast e. Em hemû vê trajediya ku şerê cîhanê yê parvekirinê yê 1. û 2. bi mirovahiya cîhanê da kişandin dizanin û îro ya sêyemîn jî li erdnîgariya ku em lê dijîn bi rehendekî din tê jiyîn. Erka me ya sereke ye ku em vê yekê berevajî bikin û di şerê serdestî û bazara hêzên navneteweyî û bi taybet dewleta Tirk a faşîst a mêtinger de rê nedin ku gelê me bê qetilkirin û bixin rewşekî perîşaniyê. Tenê rêyek heye, ew jî bilindkirina têkoşînê li her qadê û têkbirina lîstika wan e. Ev jî tê wateya şoreşê, ji bo şoreşê em xwedî hemû şert û mercan in. Wezîfeya me ew e ku em wê bi pêş bixin û bigihînin serkeftinê.

Ji ber vê yekê şervanên me, hevrêyên me yên şehîd ku em îro li vir wana bi bîr tînin, ne tenê ji bo parastina herêm û gelan, di heman demê de ji bo azadiya tevahî mirovahiyê şer dikin, şehîd bûne. Em şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin, careke din soza me ya bi wan re ew e ku em ê li her qadê têkoşînê bilind bikin û îdealên wan bigihînin serkeftinê. Yên li berxwe didin her tim gotina dawî dibêjin, em ê li ber xwe didin jî wê gotina dawî bêjin. Ji bo mezinkirina têkoşînê em ê mil bi mil têkoşîna xwe bidomînin. Em ê faşîzmê hilweşînin û azadiyê bi dest bixin.”

Piştî axaftinê sînevîzyona amadekirî hat nîşandan.

Piştî sînevîzyonê ji aliyê Koroya Jinan ve konsera muzîkê hat dayîn.

Bernameya bîranînê bi gotina sirûd û awazan bi dawî bû.