Kenan Ayaz di 15'ê Adarê de ji bo serdana malbata xwe ya li Swêdê bike, dema ku dixwest ji balafirgeha Larnaka bi rê bikeve, ji aliyê polîsên Qibrisê ve bi daxwaza dewleta Elmanyayê ya ji bo girtinê û radestkirinê hatibû destgîrkirin. Komek parlementerên MPKE’ê ji bo Kenan Ayaz, daxuyaniya çapemeniyê dan.
Koma parlementeran li ber Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hatin ba hev û bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kirin ku divê Kenan Ayaz di zûtirîn dem de bê berdan.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Kenan Ayaz ji bo mafên mirovan têdikoşe û destgîrkirina wî nayê qebûlkirin. Her wiha hat gotin ku ev helwestên dewletên Ewropayê yên li hemberî Kurdan, xizmeta polîtîkayên dewleta Tirk dike.
Parlementeran bang li Qibrisê kirin ku di zûtirîn dem de Ayaz bê berdan û diyar kirin ku heta Ayaz azad bibe wê şopdarê mijarê bin.
Parlementerê Fransaya ya Serî Natewîne (La France Insoumise) Emmanuel Fernandes, parlementerê AKEL yê Qibrisê Georges Loucaides, parlementerê Partiya Sosyalîst a Qibrsiê Constantinos Efstathiou, parlementerê Partiya Althîngî ya Îzlandayê Jodis Skuladottir, parlementerê Dîe Lînke li Elmanyayê Andrej Hunko, Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Karê Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca, Nûnerê Komîsyona Ewropayê ya HDP’ê Fayîk Yagizay û endamên NCDK’ê Strasboûrgê beşdarî daxuyaniyê bûn.