Parlamenterê Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê Fabian Molina yê ji Partiya Sosyalîst ji bo dawî li êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê bê anîn, li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal peyameke bi dîmen parve kir.
Molina ku di heman demê de Berdevkê Têkiliyên Derve yên Partiya Sosyalîst e, baldariya raya giştî ya navneteweyî ya li ser şerê Rûsyayê yê li Ûkraynayê bi bîr xist û diyar kir ku heman baldarê li dijî şerê li ser Kurdan nayê nîşandan. Molina ev bang li hikumeta Bernê kir:
"Dema ku tu li vî dîmenî temaşe dike, Serokkomarê Tirk Erdogan li Bakurê Iraqê û Bakurê Sûriyeyê du şerên bi xwîn dimeşîne. Raya giştî ya navneteweyî ku bi nerazîbûn û piştevaniyeke mezin li ber şerê li Ûkraynayê radibe, ev herdu şer ji bîr kiriye. Lewma divê Swîsre li dijî Erdogan û derdora wî ku vî şerî dimeşînin biryarên pêkanînan bide. Parastina hiqûqa navneteweyî û bicihanîna vê hiqûqê ji bo Swîsreyê timî girîng bû. Vî şerê li dijî Kurdan bisekinînin."