Nobeda Azadiyê ku bi pêşengiya Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di 25'ê Hezîrana 2012'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî li bajarê Strasbourgê yê Fransayê destpê kir, 535 hefte ne dewam dike.
Nobedarên vê hefteyê jî endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Salzgîtter ê Elmanyayê ne.
Kom ji Demhat Atman, Yûsûf Bîlîcî û Vedat Satir pêk tê.
Demhat Atman bi navê komê axivî û got, "Em gelekî kêfxweş in ji ber ku îro li vê derê ne. Lê ji aliyekî ve jî em xemgîn in ji ber ku Rêberê me 23 sal in tecrîdkirî ye, bi mehan e jî agahî jê nayê wergirtin. Nobeda Azadiyê dikeve sala 12'an. Cîhan li hemberî îradeya Kurdan mat maye. Hêviya me her tim mezin e. Em di wê baweriyê de ne ku Rêberê xwe di demeke kurt de azad bikin, bersiveke mezin bidin dewletên dagirker. Rêbertî bi fikir û îdeolojiya xwe li Kurdistanê û Rojhilata Navîn zincîra herî qewîn şikandiye. Em dibînin ku gelek ciwanên Ewropî bi fikrên Rêbertî azad dibin. Çalakiya nobeda azadiyê ji bo tevahiya mirovahiyê ye. Divê mirovahî bi temamî ji bo Rêbertî rabe ser piyan. Ji bo Rêbertî em çi bikin kêm e."
Atman her wiha êrîşên dewleta Tirk şermezar kir ku li Rojava şerê dagirkeriyê dike, zarokan qetil dike û li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne.