Nivîskarên PEN’ê: Em li gel gelê Kurd in

Nivîskarên Pen’ê êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Rojava şermezar kirin û got: “Em li gel gelê Kurd in.”

Serokê Komîteya Ji bo Aştiyê Nivîskar a PEN a Navneteweyî Emmanûel Pîerrat piştî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirka li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 13’ê Cotmehê daxuyanî da û şûnde, ji navenda PEN’ê jî nerazîbûn bilind bûn.

Alîkara Serokê Berê yê PEN’ê ya Navneteweyî Lûcîna Kathamann: Di demê dawî de artêşa Tirk sînorê xwe derbaskiriye Sûriyeyê bûye.Hikûmeta Tirk polîtîkayeke ya zextê ya giştî li ser ziman û çanda Kurd birêve dibe. Li dijî van operasyonên leşkerî welatên din tişta pêwîst nekirine, ev jî tê wateya vê polîtîkaya zextê veguhezin derve jî. Bagn li hemû hêzên eleqedar dikin ku bibin şopdarên bûyerên li Rojava yên li ser Gelê Kurd pêk tên, li dijî van polîtîkayan bibin xwedî helwest.

Serokê PEN a Etîyopa Soloman Haîlemarîam: Ya li herêmên Kurdan ên Sûriyeyê pêk tên, der mirovî û nayên pejirandin. Ji bo alîkarîkirin û piştevaniya bi Kurdan re tişta ji destê me bê em amade ne. Hûn mêr û jinên herî bi cesaret li dijî hovîtiya artêşa Tirk û cîhadîstên wê yên hevkar rawestiyane. Hemû gelên rasyonal ên cîhanê li gel we ne. Em ê bi hemû hêza xwe li dijî bêedaletiyê şer bikin.

Alîkarê Seroka PEN a Elmanyayê Leander Sukov: Em dibînin ku Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qadeke ya ji bo bijîn avakiriye. Em dibînin ku artêşa Tirk li van herêman li gel hêzên îslamî ên dişibin DAŞÎ û yên din ji bo mirovên vê herêmê terorîze bikin det dane hev.

Seroka Komîteya Piştevaniya bi Nivîskarên Girtî yên PES Swêdê Elîsabeth Lofgren: PEN Swêd bi fikar li bûyerên li herêmên Kurdan ên li Sûriyeyê rû didin dinêre. Bi sed hezaran kes ji malên xwe derketin, gelek mirovên sivîl hatin kuştin. Ev felaketekî mirovî ye.