NAV-BEL û CDK-S: Em li benda her kesî ne ku bên Landgraafê

Hevseroka NAV-BEL'ê Arîfe Soysuren û Hevserokên CDK-S'ê Selma Suren û Îsmaîl Kardaş ji bo festîvalê bang kirin û gotin, "Em li benda Kurdistaniyan û dostanin ku roja Şemiyê berê xwe bidin Landgraafê."

Yek ji kombûnên herî bi heybet û demdirêj ên Kurdistaniyên li Ewropayê; Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî îsal cara 30'î tê lidarxistin. Festîval wê 17'ê Îlona 2022'an bi dirûşma 'Li dijî dagirkerî û qirkirinê em ê Kurdistanê biparêzin, Rêber Ocalan azad bikin' pêk tê. Ji çar aliyên Ewropayê Kurdistanî wê bi vê armancê berê xwe bidin bajarê Landgraafê yê Hollandayê.

Hevseroka Navenda Demokratîk a Civakên Kurdistanê ya Belçîkayê (NAV-BEL) Arîfe Soysuren û Hevserokên Civaka Demokratîk a Kurdên li Swîsreyê (CDK-S) Selma Suren û Îsmaîl Kardaş bi rêya ANF'ê bang li Kurdistaniyan û dostên wan kirin ku roja Şemiyê li Landgraafê bin. Hevserokan işaret bi girîngiya kombûna îsal kirin.

Hevseroka NAV-BEL'ê Arîfe Soysuren anî ziman ku gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê di pêvajoyeke zehmet de ne û got, "Ev pêvajo weke demeke man û nemanê tê pênasekirin. Lewma helwest û sekna me wê rêveçûna vê pêvajoyê diyar bike."

Soysuren anî ziman ku gerîlayên azadiyê li çiyayên Kurdistanê bi lehengiyeke mezin li ber xwe didin û wiha dewam kir, "Gerîlayên me bi mafdarî li bendê ne ku em bibin dengê wan. Gelo em çiqasî bersivê didin vê bendewariyê, em çiqasî xwedî li berxwedana gerîla derdikevin? Em di kîjan astê de têkoşîna wan ji cîhanê re radigihînin û dibin dengê berxwedana wan? Pirsên ku divê em her kes li xwe bike, ev e."

'JI 4 BAJARÊN BELÇÎKAYÊ WÊ OTOBUS BI RÊ BIKEVIN'

Hevseroka NAV-BEL'ê Arîfe Soysuren têkoşîn û berxwedana ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, "Divê bê bibîrxistin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê me ji bo me çiqasî jiyanî ye. Ji ber vê yekê me festîvala xwe ya îsal diyarî têkoşîna ji bo azadiya wî kirin. Lewma em li bendê ne ku her kes bi coşa pêşwazîkirina fîzîkî ya Rêberê me beşdarî festîvalê bibe."

Soysuren ragihand ku ji bo festîvalê wê ji bajarên Charleroi, Liege, Anvers û Brukselê di sibeha 17'ê Îlonê de otobus bi rê bikevin û ev agahî da: "Otobusên me wê ji nuqteyên ku beriya niha ji bo festîvalan bi rê diket, bi rê bikevin. Gelê me bi vê zane. Ne tenê yên li Belçîkayê em gelê me, welatparêzên me û şoreşgerên li hemû welatên Ewropayê vedixwînin vê festîvalê."

CDK-S: JI BO MEZINKIRINA BERXWEDANÊ EM LI LANDGRAAFÊ BIN

Hevserokên Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) Selma Suren û Îsmaîl Kardaş jî daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku ew li bendê ne her kes 17'ê Îlonê berê xwe bidin bajarê Landgraafê yê Hollandayê. Suren û Kardaş işaret bi berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê kir û diyar kir ku divê Festîvala çanda Kurd a Navneteweyî ya 30'emîn jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin.

Hevserokên CDK-S'ê destnîşan kirin ku Kurdên li Ewropayê xwedî kevneşopiyeke festîvalê ya ji 30 salan e û wiha dewam kirin, "Li navenda şaristaniya Ewropayê ku navenda modernîteya kapîtalîst e Kurdan bi dehan salan dest ji çand, huner û rengê xwe bernedan. 30 sal in bi kevneşopiya festîvalê Kurd dibin çavkaniya estetîk û moralê."

Hevserokan diyar kirin ku wan festîvala îsal diyarî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirine, lewma wateya xwe hîn mezintir e û herî dawî ev bang kirin: "Ji bo em hêjayî gerîlayên li her çar aliyên Kurdistanê li ber xwe didin û hêjayî gel û Rêberê xwe bibin, em bang li Kurdistanî, dost û enternasyonalîstên li Swîsreyê dikin ku bi coş û moraleke mezin tevlî festîvala îsal bibin."