Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker wê di 23’ê Tîrmehê de li ser Twîtterê Kampanya Hasthagê bê destpêkirin. Siyasetmedarên Ewropî jî diyar kirin ku ew ê piştevaniya kampanyayê bikin. Ji siyasetmedarên ku piştevaniya kampanyayê dikin yek jê Parlementera berê ya parlementoya Fransayê û Seroka Giştî ya Humains Et Dignes Muriel Ressiguier e. Ressiguier bibîrxist ku wê di sala 2018’an de li parlamentoyê xwestî bû qada hewayî ya Rojava ji firînê re bê girtin.
Ressiguier anî ziman ku Kurdan li dijî çeteyên DAIŞ’ê cihê xwe di Koalîsyona Navdewletî de girt û got: “Niha jî Erdogan dixwaze êrîşî Rojava bike. Li seranserî cîhanê Kurd bang dikin û dixwazin qada hewayî ji firînê re bê girtin. Fransa dikare vê yekê bike û alîkariya Kurdan bike. Fransa dikare Erdogan rawestine ku êrîşî Rojava neke. Kurdan li êrîşên DAIŞ’ê alîkariya Fransa kir.“
Ressiguier bal kişand li ser Demokrasiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel xwe bi xwe bi rêve dibe. Li Rojava modelek nû tê ceribandin.“
Ressugier bi bîr xist ku Kurd, li Rojava ji bo rûmet, azadî, wekhevî û biratiyê têdikoşin û wiha bi dawî kir: “Em ê weke Humains Et Dignesê jî eraka xwe bi cih bînin û di 23’yê Tîrmehê de bi tevahî endamên partiyê piştgiriyê bidin kampanyaya Hashtagê ya ji bo qada hewayî ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrîşên balafirên dewleta Tirk were girtin, bikin.“