Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê faşîzma AKP’ê meşrû dike

Berdevka Înisiyatîfa Navneteweyî Azadî ji Abdullah Ocalan re – Ji Kurdistanê re Aştî, Havîn Guneşer diyar kir biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya derbarê muebeta girankirî pêşniyazek li Tirkiyeyê kiriye û ev pêşniyaz wekî skandalekê ye.

Berdevka Înisiyatîfa Navneteweyî Azadî ji Abdullah Ocalan re – Ji Kurdistanê re Aştî, Havîn Guneşer di rojnameya jinan a mehane ya bi navê Newaya Jinê de li ser tecrîda 24 salan a li Îmraliyê, biryara ‘mafê hêviyê’ û pozîsyonên siyaseta hegemon û rewşa saziyên wekî DMME û CPT’ê nivîsek weşand.

Di nivîsa Guneşer de ev xal derketin pêş:

“Qanûnên dewleta Tirk Kurdan û Kurdbûnê tune dihesibîne. Ji vî tiştî wêdetir gel û baweriyên cihê ji bo avakirina Tirkbûnê, hatine tunekirin, civak li ser yekbûn, yekîtî û bilindbûna Tirkbûnê ji nû ve hatiye avakirin. Kurdbûn bi xwe bûye sûc. Li Tirkiyeyê rastiyeke wisa ya darazê heye gelo kî dikare qala darizandineke adil û serbixwe bike.

Piştî salên 1990’î de, sûcên li ser gelê Kurd, sûcên nijadperestî û cihêkariyê  li DMME hin doz hatine vekirin û bi van re dixwestin ku hiqûqa Tirkiyeyê piçekî sererast bikin. Tirkiye di van dozan de hatibe mehkûmkirin jî di tu dozê de DMME biryar nedaye ku li ser Kurdan nijadperestî û cihêkarî heye. Dadgeh ‘serlêdanên şexsî’ qebûl dike. Li ser vê çarçoveyê jî doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl kirine û hemû aliyên sosyal û polîtîk ên dozê li derveyî darizandinê hatiye hiştin. Nêzikatiyên qirker ên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û hebûna wê, qet ji xwe re nekiriye problem û wekî tiştekî pêşqebûlî nirxandiye.  Kî dikare îddîa bike ku wê nêzikatiyeke wisa, darizandineke adilane pêk bîne.

DMMe bi taybetî di warên revandin, îzolasyon, darizandina adilane de di biryarên xwe de rê li ber vî tiştî vedike ku Abdullah Ocalan derxînin derveyî pergala Ewropayê. Heke Ewropa xwedî li norm û peymanên xwe derketa, divê ev bêhiqûqtî qebûl nekira û wê diyar bikira ku darizandin, biryar û pêvajoya înfaza li Îmraliyê li dijî hiqûqa Ewropayê ye û divê ev tişt pêk nehata. Heke wê nikaribûya encamê biguherîne jî, divê bêedaletiya li Girtîgeha Îmraliyê red bikira û ji bo ku Abdullah Ocalan li Ewropayê bi azadî tevbigere, divê ‘mafê şexsî’ nas bikira.

Di nav Konseya Ewropayê de gelek saziyên serbixwe hene. Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê jî li ser bingeha Konseya Ewropayê hatiye avakirin. DMEE serlêdanên şexsî yên ji wê re hatine kirin li ser vê peymannameyê dinirxîne û biryarekê dide. Ev peymanname CPT’ê jî eleqedar dike. DMME girîngiyê dide raporên CPT lê me dît ku di vê meseleyê de DMEE nêzikatiyên dûrî pêşniyazên CPT dide. Welatên endam dema ku pêşniyazên CPT bi cih nayên jî, rastî zextan nayên. CPT cara pêşîn di sala 1999’an de û di Gulana 2019’an de, bi giştî heşt caran çû Îmraliyê. Lê pêşniyazên di van raporan de qet nehatin bicihanîn an jî berevajî wê hate kirin. CPT ligel tecrîda ku dikeve 24 salan û raporên xwe jî, mekanîzmayên teşhîrê bi cih neanî. Em ji sala 2005’an û vir ve di vî warî de dixebitin.  Di sala 2019’an de jî biryar hate dayîn ku bila Komîteya Mafên Mirovan û Karên Hiqûqî ya Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê pêşniyazên CPT’ê bişopîne.

Biryarên DMME welatên endam eleqedar dike û Komîteya Wezîran dişopîne bê ka ev biryar tên bicihanîn an na.

DMME di sala 2004’an de di biryareke xwe de gotibû ‘rewşeke wekî îzolasyonê tune’û destê CPT’ê qels kiribû. DMME di dozên li ser Abdullah Ocalan de biryaran dema ku biryaran dide û di van biryaran de destê Tirkiye xurt dike û di heman demê de îctîhatên paş li hiqûqa Ewropayê zêde dike. Biryara wê ya li ser muebeta girankirî bêguman erênî ye lê pêşniyazak ku DMME li Tirkiyeyê kiriye, skandal e. Dixwaze vî tiştî bibêje ‘Ez te fêm dikim, vê biryara min nayê wateya ku sibehê wî berde, bi tenê ji ber ku divê mafê hêviyê hebe, mekanîzmayeke wisa ava bike ku bila car caran rewşê kontrol bike.’ Ligel van nêzikatiyên nerm jî Tirkiye vî tiştî pêk nayne. Bazariyên çawa tê kirin, em baş nizanin.

Biryara DMME ya derbarê muebeta girankirî di sala 2014’an de hatiye dayîn. Ji wê demê şûnde di vî warî de Komîteya Wezîran hate agahdarkirin, bi rayedaran de hevdîtin hate kirin. Di sala 2017’an de hevdîtineke wisa dema hate kirin, berpirsên pêkanîna biryara DMMe ji me re gotin ‘Ev êdî rewşeke lezgîn e, him ji ber demê û him jî ji ber temen’ Lê ligel van tiştan jî tu geşedan pêk nehat û peywira wan kesan hate guherandin. Bi koma nû re jî di sala 2019’an de hevdîtin hate kirin û nêzikatiyan wan ev bû ‘Tirkiye dibe ku di hin waran de gavan biavêje, heke ev rewş were rojevê, dibe ku di meseleyên din de gavan neavêjin’ û diyar kirin ev ne rewşeke lezgîn e.

Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê jî ji ber problemên xwe yên navxweyî û nêzikatiyên wê yên ku xwe nêzî rastgiriyê dike, gelek caran rola xwe bi awayê herî paşverû bi cih anî. Ev meclîs ji bo AKP’ê bû yek ji navenda derve ya ku meşrûiyeta xwe lê ava dike.  Meclîsê nekarî rola xwe bi cih bîne, hevsengên paşverû destûr nedan ku meclîs rola xwe pêk bîne.

Kesên komploya 15’ê Sibatê pêk anîn ji civaka Kurdan re xwestin bibêjin ‘Wê Serokê we dernekeve’, ‘Qedera xwe qebûl bikin. Di heman demê de naxwazin ku Ronesansa Kurdan bibe Ronesansa Rojhilata Navîn û ji kaosa modernîteya kapîtalîst bila pergaleke azadîxwaz û demokratîk jî dernekeve. Lê êdî nikarin pêşiya ronesansa Kurdan bigirin.

Wê têkoşîn encamê diyar bike. Ligel evqas hovîtî, sûcên şer, êrişên kîmyewî, şikandina berxwedana civakê û qirkirina jinê jî gelan û jinan stûyê xwe xwar nekirin, dev ji têkoşînê bernedan.

Rêber Ocalan jin a ku wekî mêtingeha pêşîn û dawîn xist bingeha paradîgmaya xwe û got “mêrên azad ji jinên azad çêdibin’ Analîzên li ser baviksalarî, desthilatdarî, hêz û dewletê, tevkariyeke mezin li tunebûna azadiya jinan kir.

Rêber Ocalan bi têkoşîna xwe û kombûna van têkoşînan veguherand teorî û mekanîzmayên pratîk û derxist holê ku di jiyana şexs û civakan de rê li ber guherandinê veke. Di nav van mekanîzmayan de jin zêdetir cih digirin, mekanîzmayên hevpar ava dikin. Kesên li derveyî vî tiştî jî di nav pergalê de dieciqin û xwe winda dikin.

Di vê pêvajoyê de em ê bi dengekî bilind ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan biqîrin. Ji ber ku dîlbûna Rêber Apo tê wateya ku Rojhilata Navîn dikeve nav serdemên tarî û di heman demê de azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan tê wateya azadiya jin û gelan.

Em dibînin ku kesên li hemberî revandina Rêber Ocalan nerazîbûn nîşan dane û azadiya wî ya fîzîkî dixwazin û vî tiştî wekî azadiya gelê Kurd û azadiya xwe dibînin li her parzemînan zêde dibin û dema ku ev tişt tê fêmkirin jî rêxistinbûn zêde dibe, hevgirtina li herêm û parzemînê jî zêde dibe.