Gerîlayê HPG'ê Mahîr Mazlûm li Parîsê hate bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê Mahîr Mazlûm ê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li Zapê şehîd bû, li Parîsê hate bibîranîn.

Gerîlayê HPG’ê Mahîr Mazlûm (Mehmet Aslan) ê di 24’ê Gulanê de li Zapê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Drancya Parîsê hate bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ve bi beşdariya gelek welatiyan hate lidarxistin. Di bîranînê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, HPG, KCK û wêneyê şehîd hatin daliqandin.

Di bîranînê de ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê ewilî li ser navê TCŞ’ê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku berxwedana dîroka ya li qadên gerîla dest pê kiriye wê li her qadê mezin bikin û ev tişt hate gotin: “Berxwedana gerîla bûye mizgîniya şoreşa Kurdistanê. Ji bo xeyalên gelê me divê em Şerê Gel ê Şoreşgerî li her qadê xurt bikin. Divê em her cihê veguherînin qadên têkoşîn û berxwedanê.“

Piştî axaftinan sînevziyona li ser jiyana Şehîd Mahir Mazlûm hate temaşekirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ bi dawî bû.