Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li bajarên Zurîh û Cenevre yên Swîsreyê çalakî hatin lidarxistin.
ZURÎH
Kurdistanî û dostên wan ên li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li Helvetîaplatzê hatin ba hev, ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê deqeyek rêz girtin.
Di çalakiyê de pankart û dovîzên sûcên şer ên dewleta Tirk teşhîr dikin bal dikêşand û her wiha Hunermend Kawa Ûrmiye jî axaftinek kir. Kawa diyar kir ku dibe ew niha li Zurîhê di bin baranê de bin lê îro li her çar parçeyên Kurdistanê li şûna baranê kîmyewî dibarin û got: “Îro cenazeyên di nava kîsik de didin me, ji girtîgehan tabûtên me derdikevin, bi kîmyewiyê êrîşê gelê me dikin. Komkujiyek li ber çavê cîhanê û bi piştgiriya NATO’yê li ser gelê Kurd tê pêkanîn.”
Kawa bang li hunermenên Kurd û rewşenbîran kir ku xwedî li têkoşînê derbikevin.
Piştî Kawa, Hevseroka CDK-S’ê Selma Surer jî mafê axaftinê girt. Surer bi bîr xist ku hestiyên Hakan Arslan ê di sala 2015’an de li Sûrê di êrîşên qirkirinê de şehîd bû, piştî 7 salan di nava kîsik de dan bavê wî û wiha pêde çû: “Heta ku ev hişmendiya ku tehemûlê miriyê Kurd jî nake, tune nebe ji bo gelê Kurd aştî nayê. Em ê bi xwedî derketina têkoşîna gerîla vê hişmendiyê hilweşînin. Em ne ji dewleta Tirk û ne jî ji Ewropayê aştî hêvî dikin. Eger gelê Kurd duh li ber xwe da be, îro jî berxwedana xwe didomîne. Ev berxwedan wê sibe jî bidome.”
Mîtîng piştî axaftinên Emrûllah Bîngul ê li ser navê Dîwana Hevserokatiya CDK-S’ê û Alî Omar ê li ser navê PYD’ê, bi dawî bû.
Piştre Kurdistanî ji bo tevlî çalakiya ku rêxistinên Swîsreyî û koçber li dijî nîjadpererstî û faşîzmê li Bahnhofplatzê lidar xistî bibin, li navenda bajêr dest bi meşê kirin.
CENEVRE
Li qada Place de Neûveû partî û saziyên Swîsreyî û koçber bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê stand danîn. Kurdistanî jî bi rengên xwe tevlî çalakiyê bûn û daxwazên xwe yên çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re anîn ziman.