Li Wûppertalê qanûna xwepêşandanê hate şermezarkirin

Li Wûppertalê li dijî tundkirina qanûna xwepêşanderan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyê de ji bo PKK'ê ji lîsteyê bê derxistin jî îmze hatin komkirin.

Li dijî tundkirina qanûna xwepêşandanê ya ji aliyê hikûmeta koalîsyonê ve li eyaleta Bakurê Ren Vestfalya (NRW) ya Elmanyayê desthilatdar e, bi sedan kes li ber Wûppertal Hauptbahnhofê kom bûn û çalaki li dar xistin. Di çalakiyê de helwesta polîsan ji rastî bertakan hatin. Meclîsa Jinan a Viyan ya Wûppertal jî tevlî çalakiya Înîsiyatîfa Rawestandina Qanûna Xwepêşandanê bû.

Li ser navê rêxistinên hawirdorparêz û antî faşîst û sendîkayan ve axaftin hatin kirin.

Di çalakiyê de di çarçoveya kampanyaya ji bo derxistina PKK'ê ji "lîsteya rêxistinên terorê" hatiye destpêkirin de jî gelek îmze hatin komkirin.