Li Wuppertalê Pêngava 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin
Li Wuppertal a girêdayê eyaleta NRW’ê, gel bi şahiyekê salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir.
Li Wuppertal a girêdayê eyaleta NRW’ê, gel bi şahiyekê salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir.
Li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Meclîsa Gel a Wuppertalê, Pêngava 15’ê Tebaxê bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Hevserokê FED-MED’ê Engîn Seven axivî û salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê pîroz kir û got: “Şerê qirêj ê bi dehan sal in dewleta Tirk dike. Divê piştgiriya hêzên navneteweyî ya ji bo dewleta faşîst bi dawî bibin.“
Piştî axavtinan, hunermend Sosin, Nûrten, Kanî Bîlal, Rêber Serhad û Huner Ayzon derketin ser dikê û bi stranan girse coşandin.