Li Wûppertalê luqmeya Aşûreyê hat belavkirin

Li Wûppertalê bi boneya Roja Aşûreyê zêdeyî 100 kesan hatin ba hev û kevneşopiya Elewiyan bi cih anîn û Peyama “Berxwedan li dijî zilmkaran” dan.

Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê bi boneya Roja Aşûreyê, bi hevkariya Meclîsa Jinan a Viyan û Federasyona Elewiyan a Demokratîk merasîmek hat lidarxistin.

Li ser navê FEDA’yê Dîdar Ana û Pîr Cemal find pê xistin û Cemî Dar merasîm da destpêkirin. Nûnera FEDA’yê diyar kir ku ew dixwazin kevneşopiyên Elewiyan ên perçeyek ji rengîniya erdnîgariya Mezopotamyayê ne bidin jiyîn û wiha got: “Roja Aşûreyê, hem roja şînê ye; Ji ber ku ji bo bîranîna komkujiyek a ku di dîroka me de pêk hatiye tê kirin, hem jî sembola hêviyê ye; ji ber ku sembola berxwedanên ku tevahiya dîrokê li ser erdnîgariya me qewimiye ye. Li gor rîwayeteke kevin a gelên xwecih ên parzemîna Emerîkayê; bi her mirovî re hem tirs û xof heye, hem jî kesayetiyeke ku dev ji her tiştî berde û bi kesê re tekîlî daneîne heye, kesayîteyeke ji bo cîhaneke baş, demokrasî, aştî û mafê mirovan tebikoşe heye. Em kîjan kesê ji van mezin bikin û ew kesayeta me diyar dike.“

Piştî axaftina nûneran, hunermend Kîrvem Erdal helbest gotin.

Piştre bi aşûreyê luqme hatin belavkirin.