Li Viyanayê êrîşên dagirkeriyê hate protestokirin
Li paytexta Viyanayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê bi meşekê hate protestokirin.
Li paytexta Viyanayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê bi meşekê hate protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Viyana yê Awûstûryayê dijîn, komkujî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê bê ku bibêje jin, zarok û kal pêk anî, li kolanên herî qelebalix ên bajêr bi meşekê protesto kirin.
Girseya gel di saet 18.30’an de li qada Operayê hatin ba hev û heta Stephanplatzê meşiyan.
Di meşê de hem belavok hatin belavkirin û hem jî ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteyên qedexekirî” yên NY’ê îmze hatin berhevkirin.
Li qada Stephansplatzê meş veguherî mîtîngê.
Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.