Li Toûloûse û Bordeaûxê şehîd hatin bîranîn

Ji bo Hakan Arslan ê ku hestiyên wî di kîsikekî de dan malbata wî, Bêrîvan Zîlan, Rêzan Amed û Rêber Varto li Toûloûse û Bordeaûxê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.

Li bajarên Toûloûse û Bordeaûxê yên Fransayê di şexşê gerîlayên ku di demên cuda de şehîd bûne, ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê merasîma bîranînê hate lidarxistin.

TOÛLOÛSE

Ji bo Hakan Arslan ê ku hestiyên wî di kîsikekî de dan malbata wî, Bêrîvan Zîlan, Rêzan Amed û Rêber Varto li Toulouseyê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Di merasîma bîranînê de wêneyê şehîdan hatin hilgirtin.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de li ser pêvajoyê nirxandin hatin kirin. Piştî axaftinan sînevîzyon hate temaşekirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “şehîd namirin“ bi dawî bû.

BORDEAÛX

Ji bo gerîlayê HPG’ê Rêber Varto yê di 4’ê Îlonê de şehadata wî hate ragihandin û Hakan Arslan ê ku hestiyên wî di kîsikekî de dan malbata wî, li bajarê Bordeaûxê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Bîranîn bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) hate lidarxistin. Di bîranînê de wêneyê şehîdan hate hilgirtin.

Di bîranînê de malbatên şehîdan axaftin kirin. Piştî axaftinan sînevîzyon hate temaşekirin.

Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî.