Li Torontoyê Festîvala Çanda Kurd hate lidarxistin

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, Festîvala Aştiyê û Çanda Kurd îsal cara 18'an hate lidarxistin. Di festîvalê de Pêngava 15'ê Tebaxê hate silavkirin.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, 18’emîn Festîvala Aştiyê û Çanda Kurd bi coşeke mezin hate lidarxistin. Festîval li Parka Earlscourt bi tevlîbûna hezaran Kurd û dostên wan pêk hat. Her wiha Parlementerê HDP’ê Hişyar Ozsoy, Nivîskar Chro Zand, Koma Çandê ya Tamîl Center, hunermendên surprîz, hunermend Rotînda û Serhado jî tevlî festîvalê bûn. 

Beşdarên festîvalê eleqeyek mezin da standên ku xwarin û cil û bergên Kurdî lê hatin nîşandan.

PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ HATE SILAVKIRIN

Di festîvalê de ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin û Çerxa Şoreşê hate xwendin.

Piştî rêzgirtinê Hevserokên Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Torontoyê axivîn û wiha gotin: "Guleya yekemîn a dîrokê ji bo bidawîkirina qirkirinên heyî ji Hêzên Rizgariya Kurdistanê re hatiye avêtin. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re li Dihê di bin fermandariya fermandar Egîd de têkoşîna azadiyê dest pê kir. Derba yekem ji aliyê komeke gerîla ku ji çiyayê Çiravê derbasî nav bajêr bû li hêzên qirker hate xistin."

Ozsoy bal kişand ser qeyrana aborî û diyar kir ku polîtîkayên hindir û derve ên desthiladariya AKP û MHP welatê ber bi hilweşandinê re bir û wiha got: “Erdogan bi êrîşên li hemberî Kurdan welat ber bi hilweşandinê re bir. Niha li welat qeyrana aborî gihiştiye astek bilind û aramiya siyasî nepêkan e. Sedema van tiştan Erdogan û Bahçelî ye.

Piştî ewqas zilm û êşkenceyê çi ket destê wan, HDP’ê li hember wan çok nedanî. Me ev yek nîşanî wan dan. Ma hûn difikirin ew kesane dev ji têkoşîna xwe berdin? Di nava 30 salan de 6 partî girtin. Lê di encamê de em ji her gavê behtir bi hêz bûn. Ji ber ku em nûnerên gelek têkoşînên ku 100 sal in li Tirkiye û Kurdistanê dewam dike ne. Li Tirkiyeyê şerê rûmetê 100 sal in ji Şêx Seîd û Seyît Riza bigre, heta îro didome."

Nivîskar Chro Zand jî behsa pirtûka xwe ya bi navê "Bîranîna keça lehengekî ji Kurd" kir. Nunerê ku li ser navê Tamîl Center axivî îşaret bi çarenûsa hevpar a gelên bindest kir, piştre jî Koma Çandê ya Tamîl Center stranên xwe ya çandî vegot.

Piştre Koma Artos derket ser dikê, hunermendên Kurd  Azad, Ridvan, Sîdar, Mehmet Alî û Aydin û piştre Rotînda û Serhado derketin ser dikê. Nêzî 10 hezar Kurdên ku tevlî festîvalê bûn bi stranan govend gerandin. Festîvalê bi qasî 9 saetan bi coşek mezin dewam kir.

Festîval bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Kurd" bi dawî bû.