Li Swîsreyê coşa Cejna Vejînê
Li bajarên Aaraû, Cenevre û Lozanê yên Swîsreyê bi boneya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê çalakî û şahî hatin lidarxistin.
Li bajarên Aaraû, Cenevre û Lozanê yên Swîsreyê bi boneya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê çalakî û şahî hatin lidarxistin.
Li seranserê cîhanê pîrozbahiyên salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê dewam dikin. Li gelek navendên Swîsreyê çalakî û şahî hatin lidarxistin.
AARAÛ
Li bajarê Aaraûyê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Mehmet Tûnç li seyrangehê şahiyek hate lidarxistin. Hevserokên CDK-S’ê Selma Surer û Îsmaîl Kardaş, Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk, Hevseroka FEDA’yê ya Swîsreyê Songul Çelîk û gelek Kurdistanî tev li şahiyê bûn. Di şahiyê de di şexsê Fermandarê mezin ê Pêngava 15’ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz (Egîd) de, ji bo şehîdên şoreşê bi deqeyek rêz hate girtin.
Li ser navê Meclîsa Mehmet Tûnç a Aaraûyê Hevserok Seda Akbaş beşdar silav kirin. Seda Akbaş diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê Kurdê mirî ji nû ve zindî kir û got: “Guleya yekem a ku bi pêşengiya Fermandarê Mezin Egîd li dijî dewleta dagirker hat berdan, îro hîna pêşiya me ronî dike.”
Bavê şehîd Necmettîn Er jî ragihand ku ji guleya destpêkê û vir ve gelek berdêl hatine dayîn û wiha got: “Xwedî derketina li mîrateya şehîdên me, erka me hemûyan e. Erka me ye ku ala wan dihilgirt, em hildin bilindtir bikin. “
Siyasetmedar Adil Botan jî Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyan, gerîlayên ku di çeperan de li ber xwe didin û hemû gelê Kurd pîroz kir û ev tişt anîn ziman: “Beriya 38 salan têkoşîna gerîla ya ku bi pêşengiya Fermandar Egîd dest pê kir, îro li her çar parçeyên Kurdistanê ji aliyê bi hezaran ciwanan ve tê birêvebirin. Îro dewleta Tirk a dagirker dixwaze Şoreşa Rojava têk bibe. Divê em yekîtiya xwe çêbikin û şoreşê biparêzin. Pêngava 15’ê Tebaxê ruhekî nû ava kir. Divê em xwedî li vî ruhî derbikevin û ber bi azadiyê ve bimeşin.”
Piştî axaftinan, li ber stranên hunermendê TEV-ÇAND’ê Sercan govend hat gerandin.
CENEVRE
Pîrozbahiya Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Cenevreyê li dar xist, bi axaftina Hevserokê CDK-Cenevreyê Erdal Atasoy dest pê kir. Beriya pîrozbahiyê deqeyek rêz hat girtin.
Piştre Hevseroka CDK-Cenevreyê Mulkiye Aşirbaev mafê axaftinê girt û qala giringiya 15’ê Tebaxê kir û got: “Guleya ku Heval Egîd di 15’ê Tebaxê de berda, ji bo Kurdistanê bû vejîn. Beriya wê yekê em qetil kirin. Şêx Seîd, Zîlan, Agirî… lê di 15’ê Tebaxê de em ji nû ve ji dayîk bûn û me xwe bi hemû cîhanê da naskirin. Em ê li ser rêya Heval Egîd bimeşin. Me bi saya wî xwe nas kir û niha em li her çar aliyên cîhanê, bi serbilindî dikarin bibêjin ku em Kurd in.”
Pîrozbahî bi gerandina govendê dewam kir.
LOZAN
Li Swîsreyê navendeke din a pîrozbahiyan Lozan bû. Bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Lozanê û Meclîsa Jinan a Lajîn li seyrangeha li Mont Sûr la Laûsanneyê pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Hevseroka Meclîsa CDK-Lozanê Hatîce Kandal îşaret bi giringiya 15’ê Tebaxê kir û got: “Pêngava guleya yekem a ku Kurd ji xewa mirinê hişyar kirin da destpêkirin û mizgîniya vejîna Kurd da.”
Pîrozbahî bi berzkirina dirûşm û gerandina govendê bi dawî bû.