Li Swîsre ji bo Erdogan kampanyaya “lêjidandinê"

Li Swîsre ji bo Serokkomarê Tirk Erdogan ku li dijî Kurdan sûcê şer dike, kampanya “lêjidandinê“ hate destpêkirin.

Ji bo Parlamentoya Federal a Swîsreyê li ser Serokkomarê Tirk Erdogan lêjidandinê pêk bîne, kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Campax, Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S), Sosyalîstên Ciwan ên Swîsreyê (jungsozîalîsten Schweîz-JUSO) û Endamê Konseya Neteweyî ya Swîsreyê Fabîan Molîna di tifaqa navborî de cih digirin.

Tifaqê daxuyaniyek da çapemeniyê û wiha got: “Êrîşên Erdogan û hêzên girêdayî wî yên li ser Bakurê Iraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di werza havînê de zêde bûn. Ji niha ve gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Swîsre ya bi bêalîgiriya xwe tê zanîn têkildarî şerên din bertek nîşan da, lê têkildarî vê şerî daxuyaniyek fermî nedaye. Ji bo tifaqa ku ji Campax, rêxistinên Kurd ên li Swîsreyê, JUSO û Endamê Konseya Neteweyî ya Partiya Demokratîk a Civakî ya Swîsreyê-SP Fabîa Molîna pêk tê, êdî dema liv û tevgerê hatiye.”

Di daxwaznameya kampanyayê de bang tê kirin ku lêjidandinên di demên dawî de li dijî Pûtîn hatin kirin, bila li dijî Erdogan û piştevanên wî jî bê kirin.

Her wiha Fabîan Molîna îro bi heman daxwazê, pêşnûmeyek pêşkêşî Parlamentoya Swîsreyê kir.

Banga Fabîan Molîna: https://twitter.com/deylemrojavjin/status/1570058060848336897?s=21&t=B1hf_xXp4JIhaTYcykziLg

‘DIVÊ LI ERDOGAN BÊ JIDANDIN‘

Nûnera Têkîliyên Karên Derve ya CDK-S’ê Asmîn Engîn anî ziman ku Erdogan bi êrîşên pêk tîne qanûnên navneteweyî binpê dike û da zanîn ku ji ber vê yekê welatiyên sivîlan ziyanên mezin dibînin û got: “Divê Konseya Federal a Swîsreyê weke encam li dijî van sûcên şer bi lêjidandinan berteka xwe nîşan bide.”

Sekretera Navneteweyî ya JUSO Mîa Jennî jî wiha got: “Em piştgiriya xwe ji bo têkoşîna demokrasiyê ya Kurdan nîşan didin. Divê binpikirinên hiqûqa navneteweyî ya Tirkiyeyê, li qada navneteweyî bê şermezarkirin. Swîsre di şerê Ûkraynayê de bi fikar nêzîkî lêjidandinên NY’ê yên li dijî Rûsyayê bû û tev li lêjidandinan nebû. Ev nêzîkatî hat rexnekirin. Niha hiqûqa navneteweyî dîsa hat binpêkirin û Swîsre di polîtîkaya lêjidandinê de, xwedî rolek pêşeng e. Ji ber vê yekê divê xwedî hewlest be û tevî ku endamtiya NATO’yê jî Tirkiyeya Erdogan bê jidandin.”

Ji Campaxê Vîrgînîa Kopflî jî bang li Wezîrê Karên Derve Cassîs kir ku demildest bikeve nav liv û tevgerê, şerên Erdogan şermezar bike, wî û piştevanên wî ceza bike.

Lînka îmzayê: