Li Stûttgartê polîsan çalakgerên 1’ê Gulanê asteng kirin
Meşa bicoş a li Stûttgartê ku bi dehan caran ji aliyê polîsên Elman ve hat astengkirin, bi banga têkoşîna hevpar li dijî nijadperestî, mêtinkariya emperyalîst bi dawî bû.
Meşa bicoş a li Stûttgartê ku bi dehan caran ji aliyê polîsên Elman ve hat astengkirin, bi banga têkoşîna hevpar li dijî nijadperestî, mêtinkariya emperyalîst bi dawî bû.
1’ê Gulanê Roja Yekitî, Têkoşîn û Piştevaniyê, li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi meşeke girseyî hat pîrozkirin.
Ji her gel, reng, kar û pîşeyê; karker, kedkar, jinên berxwedêr di çalakiyê de hatin ba hev. Di çalakiyê de bi piranî alên Partiya Çepên Kesk hatin hildan, pankart li dijî piştgiriya Elmanyaya ya bi Erdoganê dîktator re û ji bo piştevaniya bi Rojava re û azadiya ji bo girtiyên siyasî hatin hildan.
Girse, saet di 10.30’an de li Marîen Platzê û dest bi meşê kir, heta ku gihîşt Schlossplatzê ku qada mîtîngê bû, bi caran ji aliyê polîsên Elman ve hat astengkirin. Polîsan, gelek caran êrîşê çalakgeran kir û çend jê destgîr kirin. Di axaftinan de banga yekitiyê li dijî nijadperestî, mêtinkariya emperyalîst hat kirin û wiha hat gotin: ‘’Mirov ku berê bi awayekê klasîk bi heqê xwe dixebitîn, niha bûne xebatkarên qaçax. Hin jê ji ber zayendê, nasname û nijadperestiyê yekcar hatine marjînalkirin. Jinên li malê dixebitin, koçber û mirovên ne spî, wek kesên bindest hatin qebûlkirin. Bi vî awayî karên xwarina kedê bûn kûreyî. Ji lewma ye ku karkerên di warên yasayî de nikarin bixebitin, tên sûcbarkirin. Divê em li ser asasê ‘yên nerêxistinkirî, bi rêxistin bike’ ku berê dirûşmeya sendîkayan bû, têkoşîna xwe xurt bikin.’’
Pîrozbahiya 1’ê Gulanê, di bin êrîşên polîsên Elman de saet nêzê 14.00’an qediya.