Bi wesîleya 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava li salona Westmanska Palatset a Stockholmê recepsiyonek hat lidarxistin. Hevserokê Saziya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer û cîgirê hevserokê Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Joseph Lahdo û her wiha çend parlementer, siyasetmedar, kesayet, nûner û endamên rêxistinên Kurdan di resepsiyonê de amade bûn.
Di destpêkê de Hevserokê Saziya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulkerîm Omer axaftinek kir. Omer got; “Ez di serî de Şoreşa Rojava li we tevan pîroz dikim û tevayî cangoriyan bi bîr tînim. Ji ber ku jina Kurd erk û roleke pir mezin leyîst, ev şoreş di heman demê de şoreşa jinan e jî. Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji avakirina Rêveberiya Xweser re bû bingeheke sereke. Li ser bingeha yekîtiya gelan û peymana civakî ev xweserî hate ragihandin. Yek ji xalên sereke ew e ku di hemû sazî û dezgehên civakî de lazim e ku jin jî di asta herî jor de cih bigire. Cara yekem e ku li Rojhilata Navîn pêkhateyeke bi sê zimanên fermî tê avakirin. Xala dîtir jî lazim e hejmara jinan ne kêmî ji sedî 40’î be.
Ji ber ku ev şoreş ji gelên li herêmê re bû hêvî û riyek, her wiha ji ber ku Tirkiye hebûna xwe li ser bingehê qirkirin û têkbirina gelên li herêmê didomîne, tevayî gelên li herêmê xwe di nava şoreşê de girtin. Îro Erdogan dixwaze NATO jî tevî nêrîna xwe ya ji bo tunekirina gelên li herêmê bike. Vê yekê jî di her warî de bi şantaj û rêbazên qirêj pêk tîne. Jixwe hevkariya Tirkiyeyê ya bi DAÎŞ’ê re bi awayeke zelal ji hêla tevayî cîhanê ve tê zanîn. Bi destpêkirina destwerdaneke li herêmê dixwaze ji nû ve DAÎŞ’ê vejîne.”
Ebdulkerîm Omer di dewamê de diyar kir ku pêwîst e Koalîsyona Navneteweyî, Swêd, Fînland û tevayî welatên Ewropa, hevkariya xwe ya bi rêveberiya xweser re bidomînin û wiha pêde çû; “Bi tu awayî neyên lîstik û derewên kujer Erdogan. Eger ev hevkarî bi Rêveberiya Xweser re nebe, her cûre hewildan wê bikeve xizmeta xurtkirin û zindîkirina DAÎŞ’ê. Lazim e tevayî welatên Skandînavyayê vê yekê baş bibînin û bizanibin.”
Piştre Cîgirê Hevserokê Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Joseph Lahdo axivî û got: “Ez jî bi navê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê we silav dikim û şoreşa mezin li we pîroz dikim. Ev şoreş, di mejiyê tevayî gelên li herêmê û cîhanê de guhertineke bingehîn çêkir, ew jî siyasî, civakî, hizrî û bi taybet, biratiya gelan bû. Ji ber ku di zihniyeta Rojhilata Navîn de her tim “yek netew, yek al û yek welat” hebû. Tevayî zilm, zordarî, komkujî û qirkirin li ser vê mijarê pêk hatine. Jixwe pênasekirina mafê jinê ya bi avabûna Şoreşa Rojava re, rê da ku li tevayî cîhanê jî gelek welat ji nû ve xwe di ber çavan re derbas bikin û mafê jinan hîn bêtir bigirin ber çavan.”
Di berdewamiya resepsiyonê de Seroka Duyemîn a Parlementoya Swêdê û di heman demê de Parlementera Partiya Çep a Swêdê Lotta Johnsson Fornarve axivî û got “Ez serbilind im ku îro li gel we nêrîn û têgeha partiya xwe tînim ziman. Di vê roja deh saliya Şoreşa Rojava de, tiştek pir mezin e ji bo min. Ev deh sal in zorî û zehmetiyên mezin hatin jiyîn, lê ji bo biratiya gelan û demokrasiyê gavên pir mezin hatine avêtin. Pir caran ji hêla Tirkiyê û DAÎŞ’ê ve êrîş hatiye kirin. Em gelek in ku bi berxwedaniya jinên Rojava re, pir bandor û serbilind in.
Tirkiyêe ne tenê gefan dixwe, pir caran jî êrîş kiriye. Herî dawî dema êrîşî Başûrê Kurdistanê kir, pir kesên sivîl û wargehên penaberan hatine hedefkirin. Jin û zarok kuştin. Ev binpêkirina cidî ya hiqûqa navnetewî ye. Lazim e ev yek bi awayekî pir ciddî were rexnekirin. Jixwe rewşa Tirkiyê ya di bin rêveberiya Erdogan de pir xirab e. Tirkiye ji bo hemû kesên ku weke Erdogan nafikirin re bûye girtîgeheke pir xirab. Partiya Çep bi wê hevpeymantiya Swêd û Tirkiyê re pir bi fikar e. Lazim e ku em serbixwe bin. Em bi tu awayî naxwazin hevkariya Tirkiyeyê bikin. Ez soz didim, ji bo ku çek ji Tirkiyê re neyê dayîn, hemû hewildanên xwe bikin. Ew Kurdên ku Erdogan wan weke terorîst bi nav dike, ev tiştekî pir çewt e, ji ber ku Erdogan her kesê ne wekî xwe, weke terorîst dibîne. Em zor û zehmetiyên we dibînin, lê di heman demê de em xebata we ya ji bo demokrasî û wekheviya gelan jî dibînin. Hem weke jinek û hem weke mirovekê bi kar û xebata we ya ji bo jinan keyfxweş û serbilind im.”
Di beşek din a resepsiyonê de Parlementera Serbixwe Emîne Kakebaweh jî axivî û got “Gotinên pir hêja û baş hatin gotin lê ya herî girîng ew e: em hev bigrin, ev yekîtî di nava gel de heye. Binêrin îro dijminên sereke yên gelê Kurd hatine gel hev û li ser qedera gelê me biryaran digirin. Erdogan û Pûtinên kujer bi xwînxwarekî weke Xameneyî hatine gel hev. Dijminên me li dijî gelê Kurd hev girtine, lê çima pir Kurd vêya nabînin ku vê şoreşê jin, ciwan û tevayî pêkhateyên li herêmê aniye gel hev. Xebateke pir mezin a Kurdan heye. Lazim e em bi her awayî piştevaniya gelê xwe û şoreşa xwe bikin. Em bi şoreşa jinan serbilind in.”
Di dawiyê de Kadir Kasirga jî keyfxweşiya xwe ya bi dîtina şandeya Rojava re anî ziman.