Li Stockholmê êrîşên dagirkeriyê hate şermezarkirin
Li Stockholmê êrîşên dagirkerinê û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker bi meşek girseyî hate şermezarkirin.
Li Stockholmê êrîşên dagirkerinê û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker bi meşek girseyî hate şermezarkirin.
Li paytexta Swêd Stockholmê bi pêşengiya NCDK-S’yê êrîşên dagirkeriyê û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker bi memeşekî girseyî hate şermezarkirin. Girseya gel di saet 13.00’an de li Qada Norra Bangorget hatin ba hev û dest bi meşê kirin. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, YPJ, YPG û PKK’ê hatin hildan. Di meşê de timî dirûşmeyên “Qatîl Erdogan“ û “Bijî berxwedana Rojava“ hatin berzkirin. Her wiha di meşê de salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava hate silavkirin.
Girseyê piştî meşê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Yekîtiya Jinên Kurd a Îskandinavya (YJK-Swêd) Ayşe Dîdar ve hate xwendin. Dîdar, salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava silav kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker bê navber mirovên sivîl qetil dike û li Kurdistanê komkujiyan pêk tîne. Raya giştî ya nevneteweyî li hemberî van sûcên mirovahiyê yên dewleta Tirk bêdenge. Em bêdengiya raya giştî bi tundî şermezar dikin.“
Piştî daxuyaniyê, endamê Komîteya Dîplomasî ya NCDK-Îskandinavya Ridvan Altûn axivî û got: “Li ber çavê dinyayê li Zaxo komkujî pêk hat. Weke her demê dewleta Tirk a dagirker xwest sûcê xwe yê li dijî mirovahiyê bixe stûyê Tevgera Azadiya Gelê Kurd. Divê êdî raya giştî li hemberî sûcên şer yên dewleta Tirk rabin û bertekên xwe bînin ziman. Bi taybet divê Swêd li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bêdeng nemÎnin.“
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.