Li St. Gallenê ji bo PKK'ê bi hezaran îmze hatin komkirin
Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê ji bo PKK ji lîsteya "rêxistinên terorê" bê derxistin bi hezaran îmze hatin komkirin.
Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê ji bo PKK ji lîsteya "rêxistinên terorê" bê derxistin bi hezaran îmze hatin komkirin.
Li Swîsreyê ji bo PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ bê derxistin di 3'ê Çile de kampanyaya îmzeyan hatibû destpêkirin.
Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) û Meclîsên Jinan û rêxistinên Ciwanên Kurd Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Teko-JIN heta niha li dehan bajaran îmze kom kirine.
Yek ji bajarên ku kampanya lê dewam dike St. Gallen e ku armanc kir 10,000 îmzeyan berhev bike.
Hevserokê CDK-S'ê Kenan Can diyar kir ku ew ji sedî 50'ê gihiştine hedefa ku dane pêşiya xwe.
Kenan Can got, "Berî her tiştî me belavok belav kir û bi diyalogên yek bi yek rastiya PKK’ê ku tevgereke gel e ji gelê Swîsre re me vegot.”
Can bal kişand ser hesasiyeta ku raya giştî ya Swîsreyê li hemberî kampanyayê nîşan dide û got, "Carnan tenê dihatin standê û dixwestin bi xwe îmzeyê bide."
Can anî ziman, ku tevî hewaya baran a roja Şemiyê di nava 3 saetan de zêdetirî 400 îmze kom kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo ku em bigihêjin armanca ku me hedef kiriye, em ê di rojên pêş de lez bidin kampanyayê. Dîsa di vê çarçoveyê de dema ku standan vedikin, em ê bi serdanên malbatan re xebatên xwe yên ji bo bidawîkirina kampanyayê bidomînin."