Li Solothûrnê li dijî dagirkeriya Tirk çalakiya bi pankart

Li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê ji bo protestokirina dagirkeriya Tirk pankart bi pirekê ve hat kirin.

Li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê ji aliyê Rise Up4 Rojava ve pankartek li ser ‘’Êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk rawestînin’’ nivîsandî, bi pirekê ve hat daliqandin.

Her sal bi kevneşopî li Solothûrnê mîhrîcana penîr tê lidarxistin.

Di daxuyaniya li ser pankarta ji aliyê Rise Up4 Rojavayê ve bi pira li ser rêya çûna qada mîhrîcanê hat daliqandin de ev tişt hatin gotin: ‘’A destên wê bi xwîn, ne bi tenê dewleta Tirk a faşîst e. Şopa xwînê digihîje heta bi Swîsreyê. Karkirina ji şer û krîzan ji bo Swîsreyê bûye mîna kevneşopiyekê. Hûn van penîran tehm dikin, em jî ji bo kişandina balê bi ser êrîşa dewleta Tirk a bi ser Rojava de pankart dadileqînin. Ji bo me şoreşgerên li Solothûrnê, jiyan ne bi tenê xwarina penîr e. Bêhna şertên heyî û qirêjbûyîna pergalê her ku diçe mirov ji ber îdare nake. Ji bo mirov fêm bikin ku civakek a cuda mimkûn e li vir jî wextê avakirina hêzeke hevsengkirinê hatiye. Em ji bo civakeke derveyê mêtingeriya kapîtalîst û netewe dewlet û sînorên danînê, û derveyê sînordarkirinên zexta pederşahiyê têdikoşin. Silav li dost û hevreyên me yên li Rojava!’’