Li Solothûrnê çalakiya konvedanê berdewam dike

Çalakiya konvedanê ya ji bo teşhîrkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li Solothûrnê duh hat destpêkirin îro dewam kir.

Li bajarê Solothûrnê yê Swîsreyê, ji bo teşhîrkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, duh çalakiya konvedanê hat destpîkirin. Li çalakiya konvedanê ya bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Komuna Jinan Pinar, Tevgera Ciwanên Kurd ên Şoreşger û TekoJIN’ê dest duh dest pê bû, îro pir aliyî hat dewamkirin.

Kurdistaniyên li Solothûrnê û dostên wan, serdana kon kir.

Li vir li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Kaya Demîr axivî û diyar kir ku qetilkeriya dewleta Tirk, careke din li Zaxoyê aşkera bû. Demîr anî ziman ku sed sal in Kurd rû bi rûyê qetilaman tên hiştin û da zanîn ku ew ê 23’yê Tîrmehê li dijî înkar û qirkirinê li Lozanê bicivin.

Demîr anî ziman ku di dîroka Kurdistanê de Lozan peşkeke reş e û got: “Cardin dixwazin rê li ber dewamkirina vê peymanê ku Kurdistan pê bû çar parçe ya jî peymanên wekî vê peymanê vebikin. Em ê roja Şemiyê li hember peymaneke wek dewama Lozanê ku wê pê destkeftî û pêşeroja Kurdan bikevin xeteriyê, li Lozanê bicivin.“

Kurdistaniyan, piştî axaftina Demîr, li çalakiyên xwe dewam kir.