Li Solothûrnê çalakiya kon qediya, ji bo meşê bang hate kirin
Li Solothûrnê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke bi kon a 3 rojan hatibû destpêkirin. Di çalakiyê de ji bo meşa li Lozanê bang hate kirin.
Li Solothûrnê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke bi kon a 3 rojan hatibû destpêkirin. Di çalakiyê de ji bo meşa li Lozanê bang hate kirin.
Li hemberî êrîş û qetlîamên ku dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê dike, li bajarê Solothûrnê yê Swîsreyê çalakiyeke bi kon a ji bo 3 rojan hatibû destpêkirin.
Çalakî bi pêşengiya NCDK, Komuna Jinan a Pinar û Tevgera Ciwanên Şoreşger li Qada Kreûzackerê hatibû destpêkirin.
Di çalakiyê de êrîş û qirkeriya dewleta Tirk hate teşhîrkirin û hate xwestin ku bila qada hewayî ya Rojava, Mexmûr û Şengalê were girtin. Ji bo geşkirin û xurtkirina Şoreşa Rojava jî agahdarî hate kirin.
Di çalakiya bi kon de ji bo ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin jî îmze hatin komkirin.
BANGA JI BO MEŞA LI LOZANÊ
Hevserokê Giştî yê FEDA’yê Demîr Çelîk di roja dawîn a çalakiyê de axivî. Çelîk bal kişand ser Peymana Lozanê ya ku dikeve sedsaliya xwe û got “Bi vê peymanê re Kurdistan bû çar parçe. Em ji bo şermezarkirina vê peymanê tevlî meşa li Lozanê bibin. Ji bo ku Lozaneke din pêk neyê, em bi xurtî tevlî meş, mîtîng û çalakiyan bibin.”