Li Solothûrnê çalakiya “Ji Abdullah Ocalan re azadî“ hate lidarxistin
Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Solothûrnê mîtîngek hat lidarxistin.
Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Solothûrnê mîtîngek hat lidarxistin.
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşer (Teko-JIN) ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê mîtîngek hat lidarxistin. Kurdistaniyên li Bahnhofplatzê hatin ba hev, posterên Abdullah Ocalan, alên PKK’ê û dowîzên ku gotinên Abdullah Ocalan li ser nivîsandî, hatin hilgirtin.
Ji bo bibîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û piştre li ser navê TCŞ’ê daxuyaniyek hat xwendin. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê hatin tehşîrkirin û wiha hate gotin: “Tê xwestin ku bi tecrîda li ser Rêber Apo, êrîşên li ser Kurdistanê kûrtir bikin. Em wek ciwanên Kurd, wê her tim li her qadê azadiya Rêber Apo biparêzin.”
Di çalakiyê de li dijî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê bênavber dirûşm hatin berzkirin û çalakî bi banga tevlêbûna Mihrîcana Kurd a Navneteweyî ya 30‘emîn ku wê 17’ê Îlonê li bajarê Landgraaf ê Hollandayê bê lidarxistin, bi dawî bû.