Li ser gora Nûbar Yalimyan şehîd hatin bibîranîn

Şoreşgerê Ermenî Nûbar Yalimyan ê ku di sala 1982'an de ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hate qetilkirin, li navçeya Schaarbeek ê Belçîkayê li ser gora xwe hat bîranîn.

Partîzan ji bo bîranîna şehîdên Partî û Şoreşê yên di hefteya dawî ya meha Çileyê de li Belçîkayê li ser gora şoreşgerê Ermenî Nûbar Yalimyan bi bîr anî. Bîranîna ku li ser gora Nûbar Yalimyan ê di sala 1982'an de ji aliyê MÎT'ê ve hat qetilkirin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreş û sosyalîzmê dest pê kir.

‘ŞEHÎD ÇAVKANIYA ÎLHAM Û HÊZA ME NE‘

Piştî axaftina vekirinê li ser navê Partîzan axaftin hat kirin. Nûnerê Partîzan anî ziman ku şehîdên me rêberê me ne, çavkaniya îlham û hêza me ne. Piştî axaftina nûnerê Partîzan, qeyda deng a ji Rojava hatibû şandin, hate guhdar kirin. Di qeyda deng a ku Cemîl Amed li ser navê Fermandariya TÎKKO ya Rojava şandibû de ev tişt hatin gotin: “Şehîdên me ne wêneyên bi dîwêr ve daliqandî ne û bi daran ve hilawistîn e, ew ne bîranînên demên borî ne, ew pêşeroja me ne."

Di bîranînê de di şexsê Nûbar Yalimyan de bal kişandin li ser şehîdên Ermenî. Ji bo bîranîna berxwedana ji Nûbar Yalimyan heta Nûbar Ozanyan, bi zimanê Ermenî sirûq hate xwendin.

Bîranîn bi sirûda ‘Îsyan Ateşi‘ dawî bû.

NÛBAR YALIMYAN KÎ YE?

Şoreşgerê Ermenî Nûbar Yalimyan di sala 1957’an de li naveçya Silopî ya Şirnexê hatiye dinê. Di temên xwe yê biçûk de bi malbata xwe re koçî Stenbolê dike. Li Dibistana Amadeyî ya Sûrpraç a Ermenî perwerdehiyê dibîne , lê belê piştî demekê ji dibistanê tê avêtin. Di sala 1976’an de fikrên Îbrahîm Kaypakkaya nas kir û xwe bi rêxistin kir. Nûbar Yalimyan ku li Hollandayê xebatên xwe yên aktîf didomand, di 5'ê Mijdara 1982'an de ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hat qetilkirin. Gora Yalimyan li navçeya Schaarbeek a Belçîkayê ye.