Li Rochefortê merasîma bibîranîna şehîdan hat lidarxistin

Li Rochefortê ji bo şehîdan merasîma bibîranînê hat lidarxistin û peyama “Xwedî derketina li şehîdan û têkoşîna li Kurdistanê” hat dayîn.

Li bajarê Rochefort ê li rojavayê Fransayê Şehîdên Azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Di bîranînê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku bi keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan ew hatine heta roja îro. Her wiha hate gotin ku wê timî li ser rêya şehîdan bimeşin û xwedî li têkoşînê derbikevin.

Malbatên şehîdan jî destnîşan kirin ku ew bi saya şehîdan hene û dan zanîn ku ew ê heta bi dawiyê xwedî li şehîdên xwe yên ku rêya wan ronî kirine xwedî derbikevin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.