Kurdistaniyan li bajarê Rennes a Fransayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê protesto kirin.
Kurdistaniyên ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hatîn ba hev, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Rojava wê serbikeve, Rojava wê bijî” û “Em hemû PKK’yî ne” berz kirin.
Her wiha di dema protestoyê de belavok jî hatin xwendin û belavkirin.
Di daxuyaniya hatî dayîn de hat ragihandin ku tecrîda derhiqûqî û dermirovî ya ku 23 salin li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, îro li her qada Kurdistanê û Rojhilata Navîn hatiye rewşek a polîtîkayek şer a dewleta Tirk a faşîst û bikaranîna çekên kîmyewî ya li qadên gerîla û operasyonên qirkirinê yên siyasî û leşkerî berdewama vê polîtîkaya tecrîdê ne. Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê di serî de ciwan, hemû Kurdistaniyên welatparêz xwedî li gerîlayên ku li Zap, Avaşîn û Metînayê li dijî êrîşên dijwar bi îradeyek hêja li ber xwe didin, derbikevin û bi ruhê seferberiyê bibin bersiv.