Li qada navneteweyî nerazîbûna li dijî operasyonên qirkirina siyasî

Dewleta Tirk beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê operasyonên qirkirina siyasî li hemberî parêzer, rojnamevan, hunermend û siyasetmedarên Kurd pêk anî. Nerazîbûnên li hemberî vê yekê zêde dibin.

Polîsên dewleta Tirk parêzer, rojnamevan, rêveberên rêxistinên civakî yên sivîl û endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh bi operasyonê destgîr kirin. Ji qada navneteweyî nerazîbûnên li hemberî vê yekê zêde dibin.

Endamên Parlamentoya Ewropayê (PE), Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, PODEMOS û partiyên siyasî yên mîna Enternosyonalên Pêşverû li ser medyaya dîjîtal nerazîbûn nîşanî destgîrkirinê bi kêfî dan.

NACHO SANCHEZ AMOR: BERIYA HILBIJARTINÊ SÎNYALÊN XERAB

Ji Partiya Karkerên Sosyalîst a Spanî endamê PE’yê Nacho Sanchez Amor di parvekirina xwe de bal kişand ku operasyon beriya hilbijartinan hatiye kirin û got: “Em ji operasyona destgîrkirinê ku vê sibehê pêk hat û zêdeyî 125 kesan bandor kir, bi fikar in. Endamên muxalîf, parêzer, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan hatin destgîrkirin, ev yek li Tirkiyeyê di senaryoya beriya hilbijartinê de sînyalên herî xerab e.”

HRW: BILA DEMILDEST WERIN BERDAN

Alîkara Dîrektor a Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) û Dîrektora Tirkiyeyê ya ji beşa Ewropa û Asyaya Navîn Emma Sîclaîr Webb bi vê parvekirinê nerazîbûn nîşan da: “Tirkiye: Beriya hilbijartinê bi ser rojnamevan, parêzer û rayedarên partiyên siyasî yên Kurd de hat girtin - @ hrw û 17 medya û koma azadiya îfadeyê van destgîrkirinê beriya hilbijartinê şermezar dike û banga demildest berdana wan dike.”

PROGRESSÎVE ÎNTERNATÎONAL: DESTÊN XWE JI HDP’Ê BIKÊŞIN

Progressîve Înternatîonal (Enternasyonalên Pêşverû) bi sernava “Destên xwe ji HDP’ê bikêşin” ji malpera xwe ya webê nerazîbûn nîşan da û li ser lînka https://act.progressive.international/pio-turkey/ kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Daxuyanî wiha ye: “Serokkomar Erdogan zêdeyî 110 parêzer, rojnamevan û rayedar girtin û zexta xwe ya li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk ku ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê weke namzet nîşan daye û hêzên din ên pêşverû yên li Tirkiyeyê zêde dike. Ji bo parastina demokrasiya Tirkiyeyê niha rabin ser piyan. Ji bo parastina hêzên pêşverû yên Tirkiyeyê, pêwîstiya me bi seferberiya navneteweyî heye.”

OZLEM ALEV DEMÎREL: BI AVHEWAYA TIRSÊ HEWLDANA QEZENC KIRINA HILBIJARTINÊ

Endama PE’ê ya Partiya Çep Ozlem Alev Demîrel ev parvekirin kir: “Li Tirkiyeyê herî kêm 150 kesên ku weke muxalîf tên naskirin, hatin girtin. Îro jî destgîrkirinê li Amedê di rojevê de bûn. Ev rêbazên rejîmê yên nayên qebûlkirin in û bi avhewaya tirsê hewldana wê ya qezenckirina hilbijartinê ye.”

PODEMOS: DIVÊ EZ ZILM DEMILDEST WERE SEKINANDIN

Têkiliyên Derve ya PODEMOS’ê ev operasyon weke “tacîza siyasî” pênase kir û ev tişt ragihand: “Li Tirkiyeyê beriya hilbijartinê Erdogan ji bo tacîza li hemberî navenda giştî ya HDP’ê xurt bike, nahêle ku hilbijartin bi rengekî azad û zelalî were kirin. Divê ev zilm demildest were sekinandin û ev yek were şermezarkirin.”

Parvekirinên din jî wiha ne:

Ji berpirsyariya Têkiliyên Derve ya Jûns per Catalûnya Aleîx Sarrî î Camargo: “Em piştgiriyê bidin gelê Kurd û muxalîfên rejîmê.”

Ji Sînn Feînê parlamenter Chrîs Hazzard: Ji ber ku Erdogan mutefîkê NATO’yê ye, ne li bendê bin ku hûn vê di nûçeyê şevê de bibînin. Em bi HDP’ê û komên civakî yên sivîl re di nava piştevaniyê de ne.”

Ji Baskê Esqûerra Înternatîonal: “Em daxwaz dikin ku kesên destgîrkirî demildest werin berdan û em diyar dikin ku em bi mexdûrên zextê re di nava piştevaniyê de ne.”

CÛP Paîsos Catalans: “Em êrîşên zextker ên nû ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd pêk tîne, şermezar dikin.”