Li Portekîzê di hilbijartinên giştî de sosyalîst bi ser ketin
Li Portekîzê, di hilbijartinên giştî de ku roja Yekşemê pêk hat, partiya sosyalîst piraniya wekîlan bi dest xist û bi ser ket.
Li Portekîzê, di hilbijartinên giştî de ku roja Yekşemê pêk hat, partiya sosyalîst piraniya wekîlan bi dest xist û bi ser ket.
Sosyalîstên ku li gorî anketan bi rastgirên navendî re di heman asta dengan de dihatin xuyakirin, ji hilbijartinên 2019'an çêtir encamek bi dest xistin.
Partiya Serokwezîr Antonio Costa, bi vê serketinê re wê êdî bi tifaqên li çepgiriya radîkal girêdayî nemîne ku budçeya 2022'an red kiribû û bûbû sedema hilbijartinên pêşwext.
Şaredarê berê yê Lîzbonê Costa yê 60 salî, sala 2015'an bû desethilatdar û li eniya çepgiriyê ji şoreşa 1974'an û vir ve yekîtiyek ku nehatibû dîtin, ava kiribû.
Encamên hibijartinên Yekşemê kir ku partiya sosyalîst di dîroka xwe de cara duyemîn piraniya wekîlan bi dest bixe.
Partiya Sosyalîst ji sedî 41.7 ê dengan wergirt û li parlamenta ku 230 kursî lê ne 117 wekîl bi dest xist.
Costa got, "Serweriya mutleq, hêza mutleq nîne. Zêdebûna berpirsyariyê ye (...) Ji bo dilnizmî, bawerî û aramiyê serketineke."
Partiya muxalefeta rastgir a bingehîn Partiya Sosyal Demokrat (PSD) ku li bendê bû surprîzekê di hilbijartinê de bike, ji sedî 29.3 ê dengan wergirt û bû partiya duyemîn.
Chega (Bes e) ya rastgiriya tund, di vê hilbijartinê de gavek bi pêş ve avêt û ji sedî 7.15 ê dengan wergirt, bû xwedî 12 wekîlan. Ev partiya ku bû sêyemîn di hilbijartina beriya niha de tenê wekîlek bi dest xistibû. Li vî welatê ku nifûsa xwe 10 milyon kes e, heta sala 2019'an rastigiriya tund xwedî temsîliyetê nebû.
Lîberalên ku sala 2019'an tenê kursiyek bi dest xistin, di hilbijartinên dawî de gaveke din bi pêş ve avêt û bi rêjeya ji sedî 5 ê dengan 8 wekîl bi dest xist. Koalîsyona Bloka Çep û Kesk-Komunîst ên bûn sedema hilbijartinê, ji aliyê hilbijêran ve hatin cezakirin.
Antonio Costa bi vî rengî wê karibe plana xwe ya razemeniyê ya ji 16 milyar euroyî ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve tê fînansekirin bi cih bîne.