Li Parîsê meşa “Rojava Biparêze“

Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Rojava Biparêze“ heta Parlamentoya Fransayê meşiyan.

Li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F), Kurd û dostên wan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Rojava de, li Denfet Rochereau ya li Parîsa paytexta Fransayê hatin ba hev û meşek li dar xistin. Tevgera Ciwanên Şoreşger a Ewropayê (TCŞ), Konfederasyona Koçberên Bindest ên Ewropayê (AvEG-KON), Young Struggle (YS), Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP), Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH), Partiya Gelan a Demokratîk û gelek enternasyonel tev li meşê bûn.

Berdevka Têkiliyên Derve yên CDK-F’ê Berîvan Firat a beriya meşê axivî, bi bîr xist ku NATO û Ewropa dengê xwe ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re nakin û diyar kir ku bêdengî tê wateya piştgiriya ji bo êrîşan. Di berdewama axaftina xwe de Firat, bang li hikûmeta Fransayê û pêkhateyên şoreşger-demokrat kir û îşaret bi wê yekê kir ku ger Ewropa di nav ewlehiyê de be, ev bi saya şervanên YPJ û YPG‘ê yên Kurd in.

Piştî axaftina Firatê, Hevseroka CDK-F’ê Xanê Akdogan axaftineke kurt kir. Akdogan got ku Kurd bi polîtîkayên şer ên desthilata faşîst a AKP-MHP’ê naqedin û wê bi ser bikevin.

Piştre Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr jî axivî, bal kişand li ser êrîşên dagirkeriyê yên bi ser destkeftiyên Rojava de û Komunên Parîsê mînak dan. Fatoş Goksûngûr destnîşan kir ku berxwedana Komuna Parîsê, bi Şoreşa Rojava re cardin derketiye ser rûyê erdê û bi vî ruhê berxwedanê şoreşek hatiye kirin. Goksûngûr anî ziman ku dem dema xwedî derketina li Şoreşa Rojava  û parastina wê ye û got: “Ger tevî piştgiriya teknîkî û leşkerî ya NATO’yê ya ji bo dewleta Tirk a dagirker gerîla bi berxwedaneke bêhempa li ber xwe bide ev tê wê wateyê ku ev artêş û hişmendî ji niha ve têk birine.“

Girseyê, paşê bi pankartên “L’etat Turc Assassin, Sortez Du Rojava”, “Defendez Rojava, Debout Pour Rojava” û alên YPG-YPJ’ê û dowîzên “Rojava biparêze“ ber bi Parlamentoyê ve dest bi meşê kir.

WÊ HELWESTA FRANSAYÊ DI LÛTKEYA NATOYÊ DE ÇI BE?

Piştî meş gihişte Parlamentoyê li vir daxuyanî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Çeteyên dewleta Tirk a endama NATO’yê, amadekariya dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Dewleta Tirk a dagirker, çend hefte gêfên dagirkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe. Armanceke din a dewleta Tirk, dewam kirina li projeya berbelavbûna neo-Osmanî ye. Dewleta Tirk a cîhadîst a endama NATO’yê, di mijara zerardayîna berjewendiyên stratejîk de nîşan da ku çiqas behremend e. Sedema ku Tirkiye bi aşkerehî piştgiriya cîhadîstan dike, wan fînanse dike û bi çek dike, bêdengî û dilrehetiya civaka navneteweyî ye. Jêderka bêîstikrariya herêmî û cihanî Tirkiye, îro li pey piştgiriyê ye. Mirov ji bêdengiya Fransayê bi fikar e. Li gel ku Fransa dizane piştgiriya cîhadîstên êrîşê axa Fransiyan dike, wê ji Tirkiyeyê re bibêje erê an hevpeymanên xwe biparêze? Li ser vî esasî, ji bo girtina ber li êrîşeke nû ya dagirkeriyê ya Erdoganê îslamo-faşîst, em bi teybetî bang li rewşenbîr, siyasetmedar û saziyên civaka sivîl dikin ku di aliyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tevbigerin.“

Piştî daxuyaniyê Yuksel Koç mafê axaftinê girt û bal kişand li ser giringiya yekîtiya li dijî êrîşên heyî û bang li her kesê kir ku xwedî li şoreşê û Kurdistanê derbikevin.

Di meşê de ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya“rêxistinên terorê“ îmze hatin berhevkirin.

Çalakî bi çepik, dirûşm û tilîliyan bi dawî bû.