Li Parîsê êrîşên dagirkeriyê hate protestokirin
Li Parîsê bi meşekî girseyî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.
Li Parîsê bi meşekî girseyî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.
Li payîtexta Fransa, Parîsê Kurdistanî daketin qadan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DTKM) û Tevgera Jinên Kurd li Fransayê nin (TJK-F) Kurdistanî û dostên wan li ber DTKM a Drancyê hatin ba hev û heta şaredariya Dracyê meşiyan.
Di meşê de pankartên li ser “Defend Rojava” hat nivîsandin, alên YPJ û YPG’ê û pankartên ku sûcên şer ên artêşa Tirk a dagirker teşhîr dikin, hatin hilgirtin û her wiha dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Defend Rojava” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
Girse li vir ji bo daxuyaniya çapemeniyê kom bûn û ji bo şoreşgerên li Rojava û Kurdistanê şehîd bûne, deqeyek rêz hat girtin.
Li vir daxuyanî hate xwendin û ev tişt hate gotin: “Di bin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de, hêzên ku ji Kurd, Ermenî, Ereb, Asûrî û gelên cuda pêk tê, li dijî çeteyên hov şer kirin û rûmeta mirovahiyê parastin. Jin û mêrên Kurd û yên ji gelên din, di vê berxwedanê de berdelên mezin dan. YPG, YPJ û QSD‘ê bi hemû gelan re, ji bo azadiya Êzidî, Xirîstiyan û baweriyên din şer kirin. Ev têkoşîn teqez bû sedem ku gelên Ewropa di nava aramiyê de bijîn. Li Rojava pergalek bê ku di navbera bawerî û jinan de ferq cudahî bike hat ava kirin. Gelê Kurd rêya azadiya xwe ji bo li hemû Kurdistanê pêk bîne îrade ava kir û xwe rêxistin kir. Bi şoreşa civakî ya pêk hat, bi hemû gelên din re xwe bi rêve bir. Dewleta Tirk a qirker dixwaze vê pergalê tune bike û pêk anîna jenosîd pêk bîne.”
‘BI RUHÊ SEFERBERIYÊ‘
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a qirker a di bin rêveberiya dîktator Erdogan de, dixwaze bi balafirên şer êrîşan pêk bîne û komkujiyên mezintir bike û di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hemû planên dewleta Tirk a ku li ser hewldan, êrîşên dîplomasî û têkîliyên berjewendiyê tê kirin, wê nekaribe îradeya gelê Kurd bişkîne. Wê mirovatî bi domdarî li cem me be. Em bang li hemû gelê Kurdistanê û dostên xwe dikin ku bila weke berxwedana Kobanê xwedî li Şoreşa Rojava ya ku hêviya mirovatiyê ye derbikevin û bi ruhê seferberiyê bikevin nav liv û tevgerê. Di salvegera Peymana Lozanê de dewleta Tirk bi gotina Mîsak-i Mîllî, dixwaze ji Halebê heta Mûsil û Kerkûkê ji nû ve Kurdistanê dagir bike. Dewleta Tirk a ku li Metîna, Zap û Avaşînê bin ket, di xwaze bi êrîşkirina Rojava serkeftinê bi dest bixe. Em di salvgera Peymana Lozanê de li dijî dewleta Tirk a qirker, Şoreşa Rojava biparêzin. Em li dijî hemû pêkhateyên paşverû yên ku dixwazin gelê Kurd bi qirkirinê re rû bi rû bihêlin û Şoreşa Rojava bifetisînin, bi ruhê yekîtiya neteweyî her kesê seferber bikin.”
‘EM Ê HER CIHÊ BIKIN QADA BERXWEDANÊ‘
Di daxuyaniya TCŞ’ê de hat destnîşankirin ku li cihê êrîş lê hebe, berxwedan jî lê heye û wiha hate gotin: “Eger teknîka wan hebe, vî gelî jî ciwanên xwe hene. Banga me ji bo hemû ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn e. Serkeftin ji her demê zêdetir nêze. Bibin yek, bi hêrsa xwe zanebûna dijmin dorpêç bikin û her qada jiyanê vegerînin berxwedanê. Li Zapê bin ketin, wê li Rojava çok bitewînin. Ji îro û şûn ve divê ciwanên Ewropa her derê ji bo xwe weke çeperê şer bizane û wisan bikeve nav liv û tevgerê. Kurdistana azad, kesayeta azad encex bi vî awayî tê avakirin û em ê vê serbixînin. Rê û rêbazek cuda nîne.”