Li Parîsê çalakiya bêîtatiya sivîl
Ciwanên Kurd ji bo balê bikêşin li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li Parîsê çalakiya bêîtatiya sivîl li dar xistin.
Ciwanên Kurd ji bo balê bikêşin li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li Parîsê çalakiya bêîtatiya sivîl li dar xistin.
Li banliyoya Drancy a paytext Parîsê yê Fransayê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo balê bikêşin ser Şoreşa Rojava û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiya bêîtatiya sivîl hat lidarxistin.
Ciwanên ku alên YPJ/YPG’ê hilgirtin, li ber sirûda Rojava bi fîşekê hewayî salvgera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin, rêya trafîkê girtin û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin.
Ciwanan destnîşan kirin ku ji bo ku deng bidin Şoreşa Rojava, wê timî li qadan bin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Gerîla” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.